Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Cenabê Serok, niha dema wê ye

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 21-6-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Ewlekariya civaka Kurdistanê, di dema şerê navxwe de jî qet bi qasî ya niha di metirsiyê de nebûye. Wê demê du partiyan şerê hev dikirin lê ji bilî bazirganên şer, hemû gelê Kurdistanê û dostên derve daxwaza sekinandina şer û berqerarkirina aştiyê dikirin.

 

Niha kêşeyek çêbûye, ku welat li ber xeteriya teqînê ye. Ji ber ku niha Serok Barzanî tekane mercy û navenda biryara siyasî, neteweyî û niştîmanî ye li Kurdistanê, pêwîst dike bi li hember hemû neheqî û xiyaneta li hember wî hatiye girtin cave xwe bigre, careke din hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser maseyekî kom bike.

 

Weke partî helwesta PDKê çi dibe bila bibe (Diyare ku ev yek jî cihê hestiyariyê ye ka çima li gel tometbarên sextekariyê dicive!), nabe weke helwesta Serok Barzanî bê dîtin. Çimku Serok Barzanî, ku xwediyê projeya referandûma serxwebûnê ye û sînorên destçêkirî yên Sykes Picotê derbas kiriye, çênabe tenê weke serokê PDKê bê dîtin.

 

Lewma dive hemû partiyên Kurdistanê (ew ên di hilbijartinan de sextekarî jî kirine) li hêviya wê yekê ne, ku Serok Barzanî bi hikmeta xwe, ku qonaxên dîrokî yên jiyana siyasî şahidiya wî dikin, vê girêka kor veke, nehêle ewlekariya neteweyî û civakî ya Kurdistanê bikeve metirsiyê.   

 

Destpêşxeriyên Serok Barzanî di dîroka welatê bi nav “Iraqa nû” de gelek caran nehiştiye bi awayeke neheqî xwîn were rijandin. Lewma ji bo Serok ev ne tiştekî nû ye ku hemû aliyan li ser maseyekî giftûgo û diyalogê bicivîne, nehêle xeteriyên li ser ewlekariya civakî ya Kurdistanê bi kirdarî pêkwerin.

 

Serok dikare guh bide dengên neraziyan û qebûl neke sîstema siyasî ya welat li ser bingeha sextekariyê birêve biçe, heta ew sextekarî ji aliyê PDKê ve jî hatibe kirin, nayê qebûlkirin ku çav jê re were girtin.

 

Bangawaziya Serok çend giring be, pêkanîna pêwîstiyên vî bangawaziyê jî ew hinde giring e. Ji ber ku piştî çend mehên din Kurdistan ber bi du hilbijartinên giring ve diçe. Eger wiha berdewam bibe ev yek karesat e û nabe baskekî şerê navxwe yê welatê ni nav “Iraqê” bikeve nav Hewlêr û Silêmaniyê jî.

 

2

 

Fêmkirina psîkolojiya wan partiyên ku di hilbijartinan de serkeftî nebûn (bi tevê hemû kêmasiyên wan ve) ji bo hemû kesan ne hêsan e. Bi taybetî jî eger kesek di bereya serkeftiyan de be, heta ew ên sextekarî jî kirine, nikarin psîkolojiya wan fam bikin.

 

Lê rastiyek heye, ku çawa bereya xiyanetê di 16ê Cotmehê de piştî firotina Kerkûkê zimanê xwe bihosteke din jî dirêj kirin û xiyaneta xwe weke parastina mal û canê hemwelatiyên Kerkûk û Xurmatûyê pênase kirin, îro jî dixwazin wê sextekariya ku kirine bi pirsên neteweyî û nîştîmanî ve girêbidin, PDKê jî bikişin nav bereya sextecîtiyê û biken paşdiz!

 

YNKê beriya hilbijartinan digot, ku eger tenê kursiyekî jî bidest bixin her dîsa YNKyê berê ne, wate ma çi pêwîst dike sextekariyê bikin!

 

Aliyên ku dengên wan hatiye dizîn, helwesta PDKê ya ji destpêka pêvajoyê ve (ji bilî wan rûniştinên yekalî yên bi eşkere yan jî nihênî li gel YNKê hatine kirin), hêja dibînin. Bi baweriya wan eger PDKê sextekarî kiribin jî ne di wê astê de ye û dengê ti kesan jî nediziye. Bidest hejmartina dengan ti bandorê li rêjeya dengên PDKê nake, tenê ne ew be, ku dengên derveyî welat, yên koçberan û dengdanên taybet werin betalkirin. Dibe ji ber van PDK kursiyek û du kursiyan jidest bide lê dîsa jî ev yek hejmara kursiyên Kurdistanê kêm nake. Bi vî awayî malbata Talebanî dê bihêne ser eyarê beriya sextecitiyê.

 

Di rewşeke wiha de kursî dê vegerin bo wan aliyan ku bi eşkere dikarin li gel PDKê danûstandinan bikin, him li ser siberoja Kurdistanê di nav welatê bi nav “Iraq” de û him jî li ser pêkhateya hikûmneraniya Kurdistanê.   

 

Lewma heq nîne ku PDK bikeve nav dafika xiyanetkarên 16ê Cotmehê û bihêle maf bigihe mafdar, nekeve bin bandora wan kjesan ku îro ji bo Kerkûkê firmêskên tîmsahan dirijin. Çimku her ew bûn, ku piştî hatina Heşda Şeibî digotin Kerkûk hatiye azadkirin! Pêşmerge jî bi wê hêzê pênase dikirin, ku karê wan tenê selfîgirtin bûye!

 

3

 

Malbata 16ê Cotmehê bi dizîna dengên aliyan wisa nîşan dide ku 6 kursiyên sextet seneda Kurdistanîbûna Kerkûkê ye û ne ji bo dizîna petrolê ye. Heftiya derbasbûyî qaşo ji bo bergirtina vegerandina şer’iyeta Kerkûkê biryara binçavkirina parêzgarê şer’î yê Kerkûkê hate dayîn. Di gel biryarê de ferman hatibû kirin dest daynin ser hemû mal û milkên wî “tometbarî”. Ev yek perdeya sêyemîn a şanogeriya bi navê Qudsa Kurdistanê bû. Ji ber ku bi wê biryara dadwerê malbata 16ê Cotmehê êdî Dr. Necmedîn tometbarê revî ye lê xeletiyeke mezin di biryarê de ye, ku divêya ji Lahûrê Şêx Cengî bixwastana mal û milkên parêzgarê Kerkûkê vegerîne bo hikûmeta Heşda Şeibî. Ji ber ku bi gotina Necmedîn Kerîm, wî zatî çi mal û mikên wî hebin desteser kiriye, lewma divêya navê wî jî di biryarê de hebaya.

 

Şîrove

 
lolozano | 18-6-2018
Rêbiwar ez bîr û bawerîya te ya ku tû dibêjî ,Şev û Roja Kurdistanê di metirsîyê de û Bang Serok dikî ,ez rast dibînim ku dema Welat û Milet bê Serok be hîngê kes bi kesî namîne.Kar û erk û Rewş,tevî têgihejtinên netewyî, Ştên rawestandin.Bi teybetî ku Serok ji ber helwestên ne bi qenc û rûmend ku erkên xwe bi kar nehênaye.Hîngê tê wê sebê ku Serok koletîyê li ser xwe û miletê xwe,sivik diket.Mîna ku Ava kirina Dewleta Kurd ne rast be tê amade kirin.Erkên Serok Barzanî, bi Qasî hemî hêzên neteweya Kurdin, Tarîxa miletê Kurd,û paşeroja neslên Kurd,di vî çerxî de, bi Serok Mesud Barxanî,têkeldare.
lolozano | 2-7-2018
Nivîskarên Nêrîna Rûdawê,ji bilî Rêbiwar Kerîm Welî,û Ako Muhemed, ewên din li pê hev dinivîsin piranîya wan Şagirtên çepên Stalîn petistên berê ne û bi neteweyî,an ku tirsonekin.Rêbiwar Kerîm Welî,xudanê Rêbaza neteweyî ye!!Eve nivîsandina min di di şîrove kirina nêrînên Rûdawê de,ya dawîyê ye.Mixabin..
Nîşankirin : YNK, PDK, SErok Barzanî, Iraq
835 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.375 seconds