Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Tirkiye dikare li hember Kurdistanê çi bike?

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 21-9-2017
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Li ser daxwaza Îranê, Tirkiyê biryar da civîna asayî ya Desteya Ewlekariya Nîştîmanî vê hemê di 22ê mehê de bike, ku her meh ev civîn di 27ê mehê de dihate kirin. Biryare piştî civînê, rojên 23 û 24ê mehê jî Erdogan serdana Tehranê bike.

 

Bijardeyên li pêşiya Tirkiyê û rê û rêbazên ku bixwaze xwe ji tometa parçebûna welatê “bi nav” Iraqê xilas bike, bi sînor in û ew jî bi zerera Tirkiyê bi encam dibin. Di destpêka biryara ragihandina giştpirsiya Kurdistanê de, Tirkiyê li ser asta siyaseta derve de nîgeranî û dijberiya xwe ragihand. Lê zimanê xwe yê nerm jî li gel Kurdistanê parast.

 

Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê ya ji bo Bexda û Hewlêrê, Serokwezîrê Tirkiyê ragihand, ku encamdana giştpirsiya Kurdistanê nayê wateya şer. Ji aliyekê ve ev yek weke amajeyeke erênî tê dîtin û ji aliyê din ve jî, bijardeya leşkerî ya li hember Kurdistanê ne di şiyana Tirkiyê de ye û ne jî rê ji vê re tê dayîn. Ya dimîne ew e, ku Tirkiye dorpêça aborî û hatinçûnê bi ser Kurdistanê de bisepîne. Ev bijarde jî zêdetir ji bo tembîhkirina Kurdistanê ye, ku ev jî pêgeha tekane ya Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn ji nav dibe û Kurdistanê ji hevpeymaniyeke stratejîk dike çavkaniyeke alozî û ne aramiyeke kûr ji bo Tirkiyê.

 

Girtina deriyê sînor (Îbrahîm Xelîl) jî bijardeyeke e lê ev derî deriyê tekane ya di navbera Tirkiye û welatê “bi nav” Iraq e, ku di nava Kurdistanê de derbas dibe. Girtina deriyên sînor bi ser Bexdayê de, ne ku Hewlêrê, li dijî hemû bangaşeya îslamiyan bi xwe ye, ku tê wateya dorpêçxistina ser gelekî misliman ê hevmezhebê xwe (Tirkiyê deriyên xwe li gel dewleta terorîstî ya DAIŞê jî negirtibû.) Ya dimîne kêmkirina hinek geştên esmanî û ragirtina firotina petrolê ye.

 

Di vê mijarê de Tirkiyê li gel Kurdistanê rêkeftineke 50 salî îmze kiriye, baş dizanin ka di vê rêreva stratejîk de, ji bo paşerojeke nêzîk, (ku Kurdistan her dê bibe dewleteke serbixwe) çi xêrûbêrek ji bo wan heye. Lewma Tirkiye bi kêmek êş û jan jî be, vê rastiya nû qebûl dike.

 

Kumê Îranê dikeve serê Tirkiyê?

 

Îran hewl dide bi hemû awayî Tirkiyê rakêşe nav bereya dijberiya giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê. Ji hemû aliyan ve, di 26 salên derbasbûyî de, ji bo ewlekariya Tirkiyê sûd û feydeyên cografya Başûrê Kurdistanê ji ziyanên wê zêdetir bûye. Îran dixwaze bi soza ku bi hevre li dijî PKKê operasyona leşkerî bikin, tama devê Tirkiyê xweş bike û li ser hesabê xwe îmtiyazê bide.

 

Ev jî di demekê de ye, ku baregah û kampên PKKê û yên Pasdarên Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di nava hev de ne! Ti caran armanca Îranê têkçûna PKKê nebûye. Heta operasyonên li dijî PKKê jî bi armanca çavtirsandinê dike û dixwaze ji sedî sed PKKê bixe bin venêrîna xwe (Ji ber ku PKK li Rojava zêdetir li gel Amerîkayê ye ne li gel Îranê).

 

Îranê heta duh jî Tirkiye weke metirsiya herî mezin a ser yekparçebûna Rojhilata Navîn û li dijî armancên xwe didît, bi berdewamî jî Tirkiye bi piştgiriya DAIŞê tometbar dikir (ku DAIŞ destgirdê Îranê ye). Niha li hember destûra dagirkirina Efrînê û lêdana PKKê li Başûr, dixwaze pêşiya têkçûna hejmûna şîe ya şovenîstî li herêmê bigre, herwiha hem Tirkiyê ji bereya Amerîkayê derbixe û hem jî li dijî daxwazên kurd şerekî bi wekalet bi Tirkiyê bide kirin.  

 

Îran berpirsê yekemîn ê têkçûna pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê ye. Beşekî bi bandor ê PKKê ji bo têkdana vê pêvajoyê seferber kir û gihişte armanca xwe. Niha jî heman ew zirneya ku ev çend sal e medyaya Îranê lê dida, bi rêya kesên kevne DAIŞî yên raspartiyên Îranê ve, vediguhezine nava raya giştî ya Tirkiyê. Bi vî awayî dixwazin hestên kesên mihafazakar û neteweperestên Tirkiyê bivejînin. Lewma her gav behsa avakirina “Îsraîlê duyem” dikin û dibêjin ew dê bi destê Îsraîl, Barzanî û PKK were avakirin.

 

Ev jî di demekê de ye, ku ev bi dehan sal e pêwendiyên berfireh ên heralî yên Tirkiye û Îsraîlê hene. Lewma ne heq e, ku Tirkiye bikeve pey gotinên Îranê û divê Erdogan jî baş bizane, ku eger ne bi dengê kurdan û bandora Barzanî baya, referandûmê dê xewnên wî jî jêdibir.

 

Silêmanî erê ye yan na?

 

Raste, “bereya na” ya dijberên referandûmê li Silêmaniyê tenê dikarin ew hinde mirovan kom bikin, ku roja 9ê Îlonê li yarîgeha Silêmaniyê kom kiribûn. Dibe ev yek ji bo “bereya na” weke şkestinê were dîtin lê rastiyeke din jî heye, ku heta niha “bereya erê” nekariye li Silêmaniyê nîv ev hinde jî mirovan kom bike.

 

Coş û xiroşa giştpirsî û serxwebûnê tenê li navçe û medyayên ku tê gotin ên PDKê ne derdikeve pêş lê ji bilî wan, ev qas aheng û karnaval di medyayên din de giring nayên dîtin. Heta medyaya partiyên di nava Komîteya Giştpirsiyê de jî giringiyê didin wan daxuyanî û rûniştinên li dijî pêvajoyê, tenê reklamên bi pere yên Komîsyona Hilbijartinan belav dikin. Eger birastî jî Silêmanî erê be, divê beriya dengdanê dengê xwe derbixe!

 

Şîrove

 
lolozano | 18-9-2017
Serxwebûna Herêma Kurdisranê an cuda bûna Kurdistan-ji Îraqê,ji yalîyên Dagîrkerên Kurdistanê ve, bi teveyayî nayê Qebûl kirin.Heta Fîdralîzim jî,nayê qebûl kirin.Bexdad dixweze Fîdralîzim jî hebe.Otonomîya bi Slnorê Sedam Huseyîn,Bexdad razîye..Şertên Turkîyê û Îranê,ne Wek hevin.Turkîyê dixweze Herêm,wisa bimîne lê Îran va şertê Turkîyê qebûl nake.Îran û Bexdad di vê Demê de,mîna yek Welat bin û sîyasetên xwe jî,wisa diçin.Îran dixweze Herêm,Sînor û Xêr û bêra xwe tevî Esman û Erdên xwe teslîm Bexdadê bike.Her wisa Hêza xwe Pêşmergeh bi sipêre Bexdadê da ku Mehaneyên Pêşmergehan bide. Bexdad razî nabe Milyonek û Çar Sed Hezar Fermanber li Herêmê hebin 650 Hezar jê qebûl dike.Ema tehdîd û tawanên digel şertên xwe,li Kurdan bar dikin dema kurd behsa Doza xwe dikin ji wan re bêjin, Îsrayîla Duhenîm.Lê dema hinde Kurd koletîyê ji wan re,dikin ji wan re dibêjin,Kurdên welatperwer.Rewşa ku bi ser Herême de, hatî, rewşeka ji hişyarîyê bû Rêya serxwebûnê vekir di Tarîxa Kurd de,wek vê rewşê nehatî bû.Îran,û Turkîyê Serxwebûnê tehdîd dikin lê Turkîyê li Herêmê Nêçêra Milyaran peran dike ema Îran, nikare Turkîyê wek xwe biket.Ema piştî Refandom bi serkeve û hêjmara Dengên Belê bi ser ji % 80 keve îdî Dewletên Cîhanê,yê bi awakî çê tir,li rewşa encama Rêfandomê binêrin.Lê encam û netîce, Çi be dîsa Refandom ku bibe ji bo berjewdndîyên Kurdan,ji ne bûnê,çê tire.
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 25-9-2017
Hevalê Rêbiwar, Sipas ji Nêrîna te...bi Hizra min Tirkîyê, Îran û Îraq bes wekî Seyan karin hewe-hewê bikin lê nikarin tiştekê biguherînin! Divê em vê Bûyerê bi 2-Alîyan ve temaşe bikin...Alîyê Yêkem berî Rêfêrandumê bû û Alîyê Dûyem piştî Rêfêrandumê! Em hemû dizanîn berî Rêfêrandumê, Tirkîyê, Îran û Îraqê çi dikir, çi dixwest û çi digot! Em hemû dizanîn çewa wan dixwest Gelê Kurd lawaz bikin! "Em dê ho keyn", em dê filan keyn"', " em bi hîç Şêweyek nahêlîn Kurdistan ji Îraqê cûda bibe", "Hemû Altêrnatîv di Destê me dane (Wate: Sinor girtin, Dagirkirina Kurdistanê bi Hêza Leşkerî, Blockada Abûrî û Sîyasî" û heta dawî...Ev hemû Gotarên çav-tirsandin û lawazkirina-Kurdan berî Rêfêrandumê bî û me dît kû Îranê hetta Sinorê Kurdistanê jî girt û me hizir kir qey ew dê Dinyayê xerab ken ji ber van çav-titsandinê! Wêca ev hemû berî Rêfêrandumê bî! Da ez Serê we neêşînim...Rêfêrandum hat kirin û ez niha ji we dipirsim: Îran, Tirkîyê û Îraqê pa çi kir?! Çima Gotinên xwe yêt çav-tirsandina Kurdan bi cîh neanî?! Ka zire-zira berî Rêfêrandumê?! Çima Rêfêrandum hat kirin û çima Tirkîyê, Îran û Îraqê xwe hîz kireve û çima bêdengin?! Çima Îranê xwe hîz kireve û Sinor dîsa bi lez vekir?! Bersiv: Îran, Îraq û Tirkîyê baş dizanin kû êdî Kurdistan ji Destê wan derçûye! Êdî ew nikarin bi keyfa Dilê xwe me Dagîr bikin! Ew hetta nikarin Sinoran jî bigrin, ji ber kû eger Sinor werin girtin, eger Kurdistan ji Sedî 20-Dersed (20%) Zirarê bibîne, ew ji Sedî 80-Dersed (80%) Zirarê dibînin! Ev hemû bi Alîyekê...Alîyekê din jî heye! Alîyê din ewe kû hemû Gel û Welatên Cîhanê Sympathî (hez-kirin) ji Kurdan re heye! Her Kes ji Kurdan hez dike û eger Welatên Europî, Amêrîka yan jî Welatên din hember Rêfêranduma Kurdistanê bêdeng jî bin (ev ji ber Sîyasetê ye, çunke Welatên Rojava di gel Welatên Erebî, Tirkîyê û hetta Îranê jî Bercewendîyên Aborî hene û ew naxwazin ji ber Problêma Kurdan, Bercewendîyên xwe bi Xeter pêxin), lê ev Welate ne Dijminê Kurda ne û eger hat û Bercewendîyên wan di gel Kurdistanê ji a Tirkîyê û Welatên Erebî mezintir bibe, wê gavê wê raste-rast jî piştgîrîya Kurdan bikin! Ez dixwazim vê yêkê bêjim kû Kutrdistan ji ber Sebebên navbûrî êdî ji Destê Tirkîyê, îran û Îraqê derçûye û ew wek Seyan (Kûçikan) ji xeyrî hewe-hewê nikarin çi bikin!
1445 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.422 seconds