Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Plana nû ya Amerîkayê ya ji bo Kerkûkê

Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî 22-5-2018
Mecîd Nîzamedîn Gilî
Mecîd Nîzamedîn Gilî

Ji bilî vê dema dawîn, Amerîkayê ti carqan bi awayeke cîdî hewla cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê nedaye. Berî di gelek civînan de Amerîkiyan li ser mijara Kerkûkê û cîbicîkirina Madeya 140 gelek caran soz dane berpirsên Kurd. Niha jî Amerîkayê dest bi pêkanîna van sozên xwe kiriye.

 

Du çavkaniyên taybetî yên dîplomatîk ji Rûdawê re ragihand, ku Amerîkayê li dûrî çavan, dest bi hewldanên dîplomatîk ên cidî kiriye daku pêwîstiyên Madeya 140 werin cîbicîkirin. Ji bo vê hewldanê hêj Amerîkiyan berê xwe nedane Bexda û Hewlêrê lê li New Yorkê kar li ser vê xalê dikin.

 

Tê payîn di dawiya vê mehê de Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser projeyasayeke derbarê Iraqê de biryarê bide. Ev dengdan her sal ji bo dirêjkirina dema karê bernameya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê tê dubarekirin. Di naveroka vê projebiryarê de, ku weke “proje biryara UNAMI” tê naskirin, erk û armancên bernameya siyasî û mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê tê diyarkirin.

 

Piştî hilweşandina desthilata Saddam Husên heta niha guhertineke mezin di erk û armancên rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) de nehatiye kirin. Her sale ev projebiryar bi guhertinên pir biçûk tê pesendkirin.

 

Lê îsal Amerîkî dixwazin vê projebiryarê biguherin û armanceke din ji bo bernameya NY li Iraqê daynin, ku ew jî çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakok e. Ev yek jî pir giring e, ku ji ber gelek sedeman derfet nîne ez li vir behsê bikim. Tenê di projebiryarê de amajepêkirina Madeya 140 û pênaseya “Naveçeyên Nakok” jî pir giring e.

 

Ev pey dibe qebûlkirin, an jî pesendkirineke navdewletî, ku eger sibê Destûra Iraqê biguhere û Madeya 140 were jêbirin jî dê ev pênaseya projebiryara Encûmena Asayîşê ya li ser navçeyên nakok bibe sedenek û belgenameyeke navdewletî.

 

Ji bilî vê yekê NY dê mijara Kerkûk û Madeya 140 zêdetir bi navdewletî bike.

 

Niha Amerîka li gel Brîtanya û endamên din ên Encûmena Asayîşa Navdewletî guftûgoyan dike da ku ji bo vê guhertina di projebiryara UNAMI de wan razî bike.

 

Hikûmeta Iraqê bi prensîb li dijî hemû guhertinên mezin e, ku di erk û armancên bernemaya NY ye li Iraqê de were kirin. Weke mînak, beriya 3 mehan pêşniyarek hebû ku UNAMI derbarê binpêkirinên mafên mirovan de zêdetir kar bike. Lê Nûnerê Iraqê him bi tundî li dijî vê yekê derket û him jî gefa derkirina UNAMIyê li Iraqê xwar.

 

Belê, ji aliyê yasayî ve ew desthilata Iraqê heye. Ji bilî Encûmena Asayîşa Navdewletî, hebûna NY li Iraqê bi razîbûna Bexdayê ve girêdayî ye.

 

Lê Amerîka û Encûmena Asayîşa Navdewletî dikarin bi razîbûna Bexdayê mijara cîbicîkirina Madeya 140 bixin nav bernameyê. Rast e, ji bo hebûna UNAMI pêwîstî bi vexwendin û razîbûna Bexdayê heye lê desthilata diyarkirina erk û armancên UNAMI jî di destê Encûmena Asayîşa Navdewletî ya NY de ye.   

 

Iraq jî ne di rewşeke ew hinde baş de ye, ku bikare destê xwe ji NY bikişe. Ji lewra di nava NY de kesên ku gefên Bexdayê cidî werdigrin pir kêm in. Li Iraqê pêwîstiye 8.7 milyon kesan bi alîkariya mirovî heye û 3.4 milyon kes bi nan û dermanên NY dijîn. Li ser asta navdewletî jî NY rewatî anku şer’iyeteke siyasî dide Bexdayê.

 

Bi tevê hemû pirasgirêkan û kêmbûna rêjeya beşdarbûnê jî NY bi riya berdevkê xwe, hilbijartinên Iraqê weke “pêvajoyeke serkeftî” binav kir.

 

Kurt û kurmancî, bi tenê Brîtanya yan jî endamekî din ê mayînde yê Encûmena Asayîşa Navdewletî dikare li hember pêşniyara Amerîkayê ya li ser Kerkûk û cîbicîkirina Madeya 140 bisekine.

 

Lê ji bo vê mijarê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û biyardestên Kurd van pêngavan biavêjin:ü

 

Yekemîn: Demek ji ya din zûtir li gel endamên din ên Encûmena Asayîşa Navdewletî peywendiyan saz bikin, bi taybetî jî Fransa û Polonya ji bo piştgirîkirina vê pêşniyara Amerîkayê.

 

Duyemîn: Ji bo di projebiryarê de cîh bigre, bi îsrar û pêdagir hevoka “Navçeyên Nakok” were bikaranîn. Min behsa giringiya bikaranîna vê hevokê kir.  

 

Sêyemîn: Di projebiryarê de pênaseyekî giştî yê Madeya 140 û navçeyên nakok were kirin. Herwiha amaje bi "Kurd û yan jî Hikûmeta Herêma Kurdistan" were kirin.

 

Çaremîn: Pêşniyara damezrandina nivîsîngeheke taybetî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin ji bo Kerkûk û navçeyên Madeya 140. Herwiha cîgirê berpirsê UNAMI bibe berpirsê vê baskê. Divê ew kes jî kesekî bê alî be û endamê ti dewleteke Erebî nebe.

 

Pêncemîn: NY ji sala 2009 ve derbarê cografya, demografya û taybetmendiyên din ên herêmên Madeya 140 de hinek zanyarî û rastî komkirine û dosye û pirtûkên wan jî hene. Nabe ew zanyarî bêyî razîbûna Hewlêr û Bexdayê werin eşkerekirin. Ji ber ku parvekirina van belge û zanyariyan pirsgirêka Kerkûk û navçeyên nakok jî aloztir dike.   

 

605 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.485 seconds