Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Selîm Berekat û komkujiya Kurdên Êzdî

Ji aliyê Besam Mistefa 31-8-2017
Besam Mistefa
Besam Mistefa

Herçiqasî helbestvan û romannivîsê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Selîm Berekat bi zimanê erebî dinivîse jî, lê mijar û naveroka piraniya berhemên wî kurdî ne. Bi taybetî berhemên wî yên pêşî hemû li dora êş û bêtarên Kurdan wek gel û wek takekes hatine nivîsandin. Romana wî ya vê carê ku berî demekê ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê hat weşandin, bi navê (Sebaya Sincar) e, ango Sebiyeyên Şingalê, nexasim jinên Kurdên Êzdî yên ku ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê) ve hatin sebîkirin û êxsîrkirin. Berekat dixwaze di vê romanê de bêje ku ne tablo û ne jî ziman têra vegotina êşa Şingalê nakin.

 

Di (Sebaya Sincar) de, ku berhema 23an e di nav romanên Selîm Berekat de û ji 445 rûpelan pêk tê, Berekat berovajî piraniya berhemên xwe yên din ku bi zimanekî herî zehmet û aloz hatine nivîsandin, vê carê zimanekî sivik û fambar ku li gorî naveroka berhemê û êş û xemgînî û nalîna tê de li hev dike bikar tîne. Serlehengê romanê yan karaktera sereke ya berhemê şêwekarê Kurd Sarat e ku li welatê Swêdê dijî û di gelek aliyan de dişibe Berekat ê ku tevî înkara wî lê behreya wî di warê resimandinê de jî heye û ew bi xwe jî niha li Swêdê dijî. Berekat wêneyên bergên çend berhemên xwe yên ku vê dawiyê li zimanê kurdî hatin wergerandin û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav bûn kişandine.

 

Hemû karakterên sereke yên vê romana Berekat mirovên mirî ne. Pênc keçên Kurdên Êzdî bi navên Şahîka, Anîşa, Nînas, Kîdîma û Yada wek penaber digihin Swêdê. Herwiha çar çekdarên pisporên talan û kuştin û sebiyê yên DAIŞê bi navên Ednan, Îhsan, Elî û Sadûn bi awayekî xeyalî li goleke avê ya nêzîkî mala Saratê şêwekar bicih dibin.

 

Ev roman şêwekarî û edebiyatê tîne ba hev. Sarat hewl dide tabloyekê li ser karesata Kurdên Êzdî û Çiyayê Şingalê biresimîne ku di tebaxa 2014an de ket nav lepê tawankar û hovên DAIŞê de, lê meziniya êşê û hovîtiya dagîrkeran ji wê yekê mezintir in ku di çarçoveya cawekî spî de bên kurtkirin. Ew dike nake nikare rojhilatekî bêserûber û di nav xwîn û kuştinê de werbûyî biresimîne. Nikare êş û xemgîniya sebiyê, talanê, dîlîtiyê, kuştin û serjêkirinê bi tabloyekê bîne zimên.

 

Selîm Berekat di romanê de rewşa kambax a Rojhilata Navîn wesf dike û bi taybetî li ser rewşa Sûriyeyê radiweste û bi tundî dewletên mezin ên cîhanê wek Rûsya û Amerîkayê rexne dike, herwiha hinek welatên navçeyê jî rexne dike, nexasim Îran û Tirkiyeyê. Berekat piştgiriya Îran û Rûsyayê ji serokê Sûriyeyê Beşar Esed re wek sedema sereke ya bobelata welatê Sûriyeyê ku ji 2011an ve berdewam e dibîne û wiha dibêje: "Di rojhilatê ku ez jê hatime de, ji bo tu tiştî destûrxwestin û molet ne pêwist e. Pêwistiya perçiqandin û tarûmarkirina gel û miletan bi destûrxwestinê nîne. Pêwistiya pelixandina dewletan bi destûrxwestinê nîne."

 

Ev roman romana êş û xemgîniyê ye. Spîtiya tabloyê ji Sarat re dibêje: "Çiyayê Şingalê wek ku heye biresminîne. Şingal çiyayekî xemgîn e." Bi rastî jî, karesat û komkujiya Kurdên Êzdî li Şingalê nayê gotin û ziman û şêwekarî li ber wê lal dibin. Hov û çekdarên DAIŞê êrişekê gelekî mezin û bi kîn û xedarî birin ser şêniyên Şingalê. Komkujiyên pir mezin anîn serê zarok, jin, xort, keç, pîrejin û kalemêrên Kurdên Êzdî û bi vî awayî fermaneke din li fermanên dîroka Kurdên Êzdî ya tijî ferman û xemgînî hat zêdekirin. Mêr hatin kuştin, zarok ji tîbûn û birçîna mirin û keç û jin hatin revandin û firotin û Kurdên Êzdî li hemû aliyên dinyayê bûn derbider û koçber. Gelo wê tabloyek an kitêbek çawa bikare vê jana bêsînor bîne ziman!

 

Berekat li ser hovîtî û wehşiyeta DAIŞê li Şingalê û Sûriyê disekine û di paragrafeke romanê de dîmenê bangxwazekî DAIŞê ku zarokan fêrî kuştin û serjêkirinê dike nîşanî me dide û wiha dibêje: “Bangxwaz ji zarokan pirsî: Hûn ê çi bikin ji wan? Zarokan got: Em ê gawiran bikujin. Bersiv ne bi dilê bangxwaz bû. Wî rûyê xwe tirş kir û ji zarokan pirsî: Hûn ê wan wiha bi nermî bikujin? Zarok har bûn û bi yek dengî gotin: Em ê serê wan jêbikin. Û her zarokekî kêrek ji çenteyê xwe derxist!”

 

Di beşê dawî yê romanê de ji nişkê ve segekî mezin digire ser mala Saratê şêwekar û hemû tiştî tê de serobinî hev dike. Rebenê Sarat jî tiştê ji ber kûçik difilite û rengên rijiyaî û tevlîhevbûyî hildigire û li bin guhê dîwarê xaniyê xwe dixe. Wek ku bixwaze rûyê rasteqîn ê vê qonax û serdemê, alozî û tevlîhevî û kuştina bê sînor li rojhilatê birîndar nîşan bide.

984 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.329 seconds