Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Welatparêzî

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 22-8-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Civakan her serdemê pîrozahî dane nîşan û bûyerên xwezayî, erdnîgarî û dîrokî; weke teyrên şamanan, nezaniyên xwezayê yên civakên herêma me, çêleka hinduyan... Ma li ba mîrên erebên Kendava balaxaneyên berhema petrolê, ne di pîrozahiya Qabeyê de ne?

 

Ma em jî?

 

Petrol di nakokiya kurd û ereban de her babeta sereke ye. Projeya erebkirinê, ji Kerkûkê dest pê kiribû. Evîna Enqerê bo Tirkmenan, ji mijarê tê. Îran, pirsa zîz weke "qelsiya kurdan" bi kar tîne. Monopolên petrolê û dewlet, di wê paceyê re li pirsa kurd dinêrin. Di nakokiyên partiyên kurd de jî, babet ciyekî navendî digre.

 

Sembola kurdan, çiya bû. Pêşmerge û çiya hevyekê hev bûn. Vêga weke ku petrolê dabe pêş. Diyardeya nû, ji aborî û siyasetê heya têkiliyên civakî bandor her tişt kiriye.

 

Petrol, tora navneteweyî ye. Tu edî xelekeke torê yî. Encam: Rêya Kerkûk-Yumurtalikê (Tirkiye), bû ya tekane. Basraya Bexdayê nedibû. Îrana xalê Bexdayê, nedibû. Sûriye? Ew, di nav şer de digevize. Rojava? Sedemekî sereke yê operasyona Carablus-Babê ya artêşa tirk, ew bû.

 

Tirkiye ji bazirganiya petrolê hatiniyeke mezin bi dest dixe û zêdetir jî dixwaze. Va hin encamên bivênevê yên petrolê.

 

Rexneyên li desthilata Başûr

 

Petrola Başûr, ya Kurdistanê ye, ne ya Iraqê. Di mijarê de zagonên Bexdayê, ne pîvan in. Kurdê wan zagonan girêdêr bibîne, bêhişê dinyayê ye. Bila di guh de guhar be: Ji 1927ê ve Ereb petrola Kurdistanê didizin û rojekê jî Kurd nehatin bîra wan.

 

PDK û YNK bi hevparî petrolê bi rêya Tirkiyê difiroşin. Serketî ne an ne; berpirsiyarî, ya herduyan e.

 

Petrol dewlemendiya kesayetî, hesûdî û gendelî ye jî. Êrê îro rewşeke awarte heye. Dibe divê gellek tişt di tariyê de bimînin. Lê ev diyar e: Hatiniya petrolê, ya hemû Kurdan e. Ku ew bi civakî û dezgehî bibe, ti kes nikare wê ji wan bistîne.

 

 

Baba Gurgur

 

Tehran ji siyaseta Hewlêrê, ji gotina referandûmê hêrs dibe. Li Kerkûkê vereşiya. Bêyî YNK, bi Bexdayê re peymana petrolê girê da.

 

Bertek? Çendek bîrên petrolê şewitîn. Jixwe aktorên din rê nedidanê. "Peyman" gef bû; Kerkûk li ser kûreya êgir e. Ya baş: PDK û YNK biryara referandumê dan, ala Kurdistanê li ser Kerkûkê digere.

 

Bi boneyê em hîn bûn ku ji pênc bîrên petrola Kerkûkê sisê, di destê Bexdayê de ne, ku yek ji wan Baba Gurgur e. (Gotina "sahayên petrolê" rasttir e, di her sahayê de gellek bîr dibin.)

 

Ew petrol, bi destûra Kurdan diherike bendergeha Yumurtalikê. Bexdayê ew da sekinandin, hima dûvre tifa xwa alast. Ew dûçarê kurdan e û wê her tiştî bike ku xwe jê rizgar bike. Bi tora navneteweyî, bi têkiliya Siûdîyê, bi trafîka Tehran û Enqerê, dixwaze ji astengiyê bibore. Enqere ji pêşbirkê dilxweş e. "Kî bi ser bikeve, ew jê ye".

 

Li Îraqê petrol cara yekemîn 17.10.1927ê li Baba Gurgur pijiqî bû, him jî sê roj û sê şevan. Petrol bi lûleyan kişandibûn Derya Sipî; Trablus (1934) û Hayfayê (1935). Bi hatiniya petrola kurdan, Ereban Kurd dikuştin.

 

Ew hersê sahayên petrolê, yên Kurdistanê ne? Buyer tevlîhev e û Tehran dikare ji Kurdan re serêşiyên mezin çêke.

 

Yên rêya wan li Lalêşê ketî, binî gund ve dezgehên xazê dibînin. %70yê hatiniyên petrol û xazê, bi maqezagonî diçe Bexdayê. Derdora DAIŞê afirandî jî, ji êmê dixwarin. Buyerê, bi hovîtiya DAIŞê anî serê Kurdên êzîdî re bînin ber çav.

 

Bi çavê nakokiya Tehran û Enqerê

 

Tehran, Kurdistana Başûr di tora xwe ya heta Lubnanê de weke xelekeke bivê nevê dibîne. Tehran ji Iraqa îro, ji statukoya Başûr û dubendiya partiyên wê, dilxweş e, lê ne ji referandûmê.

 

Enqere yekcar derveyî Iraqê maye. Sunnîyên ereb giraniya xwe winda kirine. Tirkmen têrê nakin. Enqere, dûçarê Başûr e. Û di ser de jî, peymanên petrolê û bazara Başûr.

 

Lê ezezî? Astengiya DYAyê? Jê hêrs e. Bandora Tehranê? Hîleta wê jê diçe. Di pêşbirkiya sedsalan de Îran bi ser ketiye. Her tişta Tehranê bihejîne, di berjewendiya Enqerê de ye. Lê divê ew negihê dewleta Kurd.

 

Dewleta tirk di xefikê de li benda alîkarî xwestina kurdan e. Kerkûk di durahiya gavan de ye. Xewna belaş! Bila Yezdan kurdan ji wê xeletiya karesatî biparêze.

 

Hevdîtina sererkanan? Li himberî referandûmê operasyona hevpar, ji qama wan dibore. Zilamê îranî, ji qelafeta xwe winda dike. Yê tirk, jixwe ji zû ve winda kiriye. Daxwaza Tehranê parastina rewşê ye; ya Enqere xerakirina wê ye.

 

"Vêga nebe, kengê?"

 

Desthilata Başûr, bi têgihiştineke mezin pêvajoyê dimeşîne. Bertek û peyamên wê, di cih de ne. Ji bilî zirîniya hin mejiyên xurifî, gelê kurd li pişt referandûmê ye. Dinyaya Kurdan nas dike, hewldana wan ji nêz dişopîne. Bêyî azadiya welat, ma dinya hemû ya te be, ji çi re ye?

 

(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)

731 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 15 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 18 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.688 seconds