Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Ka rojeva te?

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 31-8-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Tu xwe dûçarê rêzikên dijber bikî, te ji serî ve winda kiriye. Di Tirkiyêya îro de desthilat, her carê dijberê xwe dikşîne ya xwe. Dijberê pêşî li ber xwe dide, gav bi gav bask û perikên xwe datîne, xwe radestî rojeva desthilatê dike. Civak bêçare wan dişopîne. Çendek mînak:


Milazgir


Bedkarî li dîrokê kirin, ji xisleta siyasetê ye. Bûyeran bi derewan bixemilîne, lehengên xeyalî çêke, weke Şerê Milazgirê (26.08.1071).


Ji dîroka merwanîyan: Begên mervanîyan û fermandarê selçûqîyan nêzî Farqînê li ser çemekî dicivin. Kurd ser deh hezaran siwariyan didinê. Ew hêz dibe qedera şer destnîşan dike, Anatolya û Kurdistanê ji Selçûqîyan re vedike. Lê gellek dîroknasên tirk, li ber wê rola kurdan radibin.


Milazgir zêdetir tiştan dibêje. Yê Alpaslan dikuje, Kurd bû. Lê ew bûyer û ew nasname dehf dane tarîtiya dîrokê. Ku Selçûqîyê bi destê kurdan hatî kuştin, ne tenê ew bû.


Çemê navborî, Pamuk e? Heke erê, ew govanê gellek hovîtiyan e. 9.04.1994ê li dorê termên sê kurdan dîtin. Ew xistibûn çalan, berik berdabûn serê wan. Di tiliya yekî de gustîlk hebû. Li ser, navê Sûheyla hebû. Necatî Aydin bû ew. Yên din Mehmet Ay û Ramazan Keskîn bûn. JITEMê ew li Amedê ji deriyê dadgehê biribûn.


Bila diz û kujer ser xaka kurdan, bi tîr û kevanên xwe serdestiya xwe bixin çavê me, bila Eskîfê kevnargeha dîrokê birûxînin lê pîrozahiyê bidin tenê tirba kujerekî xwe... Yek jî û îdîaya biratiya hezar salî ya kurd û tirkan jî, nikare bi dagirkerî û şermiyê re hevyekbûna Milazgirê veşêre.


MIT


MIT qirêjî, nîjadperestî, mêrkujî ye (1927-1965 MAH, ji 1965 ve MIT). Doza 49an, mişextiyên kurd ya 1960ê, girtî û dozên kurdan yên derbeya 12.03.1971ê, lêdan û kuştinên kontrgerîlayê yên serdema 1970an, tenê hin berhemên MİTê ne.


Bi derbeya 12.09.1980ê, mafya yekcar kete destê MITê. MITê milîtanên MHPê ji mafyayê re nîqandin. Ji ber serdestiya mafyayê, MIT û polîs her tim di qirika hev de bûn. Doza Susurlukê (1996), tenê hin gemarî eşkere kirin.


MIT li Ewropayê hevyekê kuştinan e. Li Parîsê kuştina sê jinên kurd, berhema MITê ye. CIA li aliyekî, bêyî piştgiriya BNDya alman û MOSSADa îsraîlî, MIT nedibû. Almanyaya herroj rastî heqaretan tê, gelo qet şerm dike?


Hedefê serekê yê MITê, Kurd in. Ji 1996/1997ê ve ew bi fermî li Başûr e. Kizilay û gellek saziyên din, ji bonê dixebitin. Îro ew dezgehên xwedêgiravî xêrxwaziyê zêde bûne. 1994-1995ê çendek rayedarên MITê rastî êrîşên kuştinê hatin. Van rojan jî ew xebata MITê xwe dide dest. Mirov bêdengiya rayedarên kurd qet fêm nake.


MIT pêşî rêxistina artêşê bû. Vêga bi serokkomar ve girêdayî ye. Sîstem guheriye. Vajîtiyek tineye. Lê di berteka kemalîstan de vajîtî heye. Xema wan, ne fonksîyon û kuştinên MITê ne, lê nasnameya xwediyê wê ye. Ma jixwe korerêya CHPê, ne ev e?

 

"Komcivîna dadmendiyê"

 

CHPê jî bi pêşandana lehengiyê dest pê kir, deqa neteweperestiyê li dadmendiyê da. Ka wê, bi şanoya AKPê ya Milazgirê re bidin ber hev...


Ji bo Kurdan dadî, bi nasname, ziman, çand û dîroka wan ve rasterast girêdayî ye. Ev pirsa mîlyonan e. Dadmendiya bi tirkbûnê kurdan were, ne dadmendî ye.


Hûn li dadmendiyê digerin? Bersiv erê be, divê hûn; bêdadiya 1920-1940an, ya maqezagona 1924ê, ya herçar derbeyan, bombebarankirina bajarên kurdan, êrîşên li ser Başûr û Rojavayê bikolin. Divê hûn bîrdozî, polîtîka û aktorên wê bêdadiyê şermezar bikin, nexwe dubarekirina wê têgeha pîroz beredayî ye.


Hûn ji bo dadmendiyê, hilbijartina 2019ê dikin navnîşan. Heke hûn bi ser nekevin? Şanoya referandûma borî, li ber çav e. Ma zilame me, wê bi we dide xwarin? Çûn penc salên din... Heke heya hingê tiştek bimîne?


Divê hûn ji nîjadperestiyê paqijkirina dadmendiyê, dest pê bikin. Dive hûn berçavkê neteweperest bavêjin. Di "Meşa Dadmendiyê" de hêvî geş bû. Dibe tirs û neteweperestiya we, bibe sedemê çilmisîn û tefîna wê.


Barê giran


Aliyek bi zorê berê tevgera kurd diguherîne, yê din deriyê kevneşop vekirî dihêle. Me ya desthilatê fêm kir, li ya CHP dike? Ew ji neteweperestiya tirk ditirse? An mebesta wê, parastina statukoya inkarok e?


Berê kurdan didin Tirkiyê. Dibe em nikaribin rê li ber bigrin, lê divê mirov cudahiya xwe biparêze. Divê bi serserkî xwe navêje hevbendiyên bêbingeh. Ji bo mafên sivîl eniyeke berfireh erê, lê ew nayê wateya dûçariya CHPya dewletperest. Ya herî xetere, bêrojevî ye.

Nîşankirin :
596 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.188 seconds