Rûpelê serekî | Şirove û Nerîn | Li Bakurê Kurdistanê divê “Bloka Kurdî“ serkeve!

Li Bakurê Kurdistanê divê “Bloka Kurdî“ serkeve!

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image

Bayram Ayaz

Li Tirkiyê çi mijareke siyasî girîng hebe, li hêla me, li Bakurê Kurdistanê doza Kurdî yekser mohra xwe li wê bûyerê dide. Hilbijartina Parlametoya Tirkiyê ya 12'ê Pûşperê jî wisa lê hatiye.

Li rojavayê Tirkiyeyê ev hilbijartin wek bûyereke çarenûser ji bo pergala (sistema) kemalist-statukoparêz tê nirxandin. Encamên hilbijartinê wê kudreta partiyan û her wisa hêza civakî û siyasî ya li pişt partiyan derxe holê. Sistema Tirkiyê wê li gorî van hêzan şekil bigre. Sê blok hene: Bloka yekem Tirkçiyên kemalist (CHP) û yên turanî (MHP), bloka duyem muhafazakarên Tirkperezên ne kemalist û turanî ku AKP nûneriya wan dike û bloka sêyem jî Kurd in. Hêzên demokrat û liberal yên tirk mixabin ji hev belav in. Hin partiyên biçuk û kesayet hene ku di nav CHP, MHP û AKP'ê de cîh nedîtine li derve mane. Ev hêzên biryarder nînin.

Li derveyê herêmên Kurdan bazara siyasî di navbera AKP, CHP û MHP'ê de ye. AKP dixwaze MHP'ê li bin benda sedî dehan bihêle û bi rêjeyeke bilind (ji sedî pêncî) cara sêyem bibe hikûmet. AKP wek nûnerê “sermiyandarên Anadoluyê“ vizyoneka siyasi ya bi navê “Tirkiyeya 2023“ daye pêş xwe. Wisa xuyaye kemalist û turaniyên statukoparêz wê sernekevin, AKP'ê bi avantaj e. Têkçûna xeyala koalisyoneka CHP û MHP'ê ji xêra Kurdan e û ji bo Tirkan jî baş e. Ji bo vê yekê me di nivîsareke xwe berê de gotibû: Bila li Bakurê Kurdistanê bloka Kurdan serkeve û li seranserê Tirkiyê jî sistema Ergenekonê têk biçe. Lê AKP jî nebê qadirê mutlaq. Hêviya me ji vê hilbijartinê ev e.

Em werin herêma Kurdistanê. Li hêla me hilbijartin di navbera AKP'ê û bloka Kurdên ku xwedî li nasname û doza xwe ya siyasi-netewî derdikevin de ye. AKP li Kurdistanê nûnerê Dewleta Tirk e. Stûnên bernameya AKP'ê çar “tek“ in: “Yek milet, yek dewlet, yek al, yek welat“. Di axaftina xwe ya îro de (18.04.2011) “tek“ekî din jî li “çar tekên“ xwe zêde kir, got: “Yek zimanê fermî“. Tiştekî din jî got: “Li vî welatî hêdî pirsa Kurd nîne, pirsên birayên min yên Kurd hene“ (Kürt meselesi yok, Kürt kardeşlerimin sorunları var). Ma hewce ye mirov siyaseta “tek tek“ê û van gotinan şîrove bike! Dev ji armanca dewleteka kurdî berde, Recep Tayyip Erdogan bi van gotinan rê li ber demokrasiyeke fereh-etnîkî, fereh-zimanî û fereh-kulturî jî digre. Doz û daxwazên Kurdan çi ne, bila ew biryara xwe di konferanseke netewî de bidin. Lê berî her tiştî divê Kurd bi xwe hebin. Hêz bin û nûnerê piraniya civaka xwe bin. Ji bo vê yekê avabûna “Bloka Kurdî“ karekî pîroz e û divê berbijêrên vê blokê di hilbijartinê de li deverên Kurdan ji AKP'ê zêdetir dengan bi dest bînin. (Biryara vetoya YSK'ê rewşeke nû afirand. Hêvîdar im tevgera Kurd vê êrîşê jî bi yekhelwestî pûç derxe.)

Subscribe to comments feed Şirove (3 posted):

Ilias Arian Irten on 29/04/2011 09:28:27
avatar
Bê guman hêvîya me hemûyan ev bu ku, Kurd nav xwede qet nebe ji bo hilbijartinê hevkarîyekê pêk bînin. Mixabin ev pêk nehat. Lê ji ber ku BDP'ê cend kes ne ji xwe(Elci, Tan)wek bêrbijêr pêshnîyar kirine, mirov dikare wê wek "Bloka Kurd" bi nav bike?
Thumbs Up Thumbs Down
3
Bayram Ayaz on 02/05/2011 17:17:04
avatar
Birêz Kak Ilyas Arian,
Spas jo bo bal kisandina te. Bi nêrîna min ev blokaka Kurdî ye lê yeka kêm e. Kêmasiya wê ji ku derê tê diyare. Xwezî Hak-Par, Devrimci-Demokrat, LKD, Gruba Dicle-Firat, MESOP, Tevkurd û ka chi kom û derdor hene hemîyan bikariya bi hevra hevbendiyeke berfereh daniyana. Ev nebû, kêmasiyek e. Lê Hak-Par biryar girt ji hilbijartinê vekisiya. Ez vê biryarê gelek bi rûmet dinirxînim. Divê em hemî bi hevra hewl bidin têkiliyên nav Kurdan xwesh bikin. Em vê yekê wek mijareke stratejîk dinirxînin. Em bêjin bi vî karî, "iskan nîva nîv tije ye", lê em li aliyê nîva tijî binêrin û lê kar bikin, chawa yekrêziya tevgera welatparêz li bakurê welat xurttir bikin. Bi niyeteke pak em tevbigerin, belku em bikarin, karên bixêr bicîh bikin. Werin em vî karî bi hevra bikin.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Ilias Arian Irten on 04/05/2011 10:02:41
avatar
Rêzdar kak Bayram,
xwezî, xwezî, xwezî... Lê ciranê Quncikciranê te Ahmet Dere tishtekî din dinivîsîne: "Ji bo ku di salên pêş de pirsgirêka kurd di TBMM'ê de were niqaşkirin û bi rêbazên destûrî çareseriyek were dîtin, divê BDP serkeve. Serkevtinek çawa? Li gorî min, divê ev serkevtin bi kêmanî bi 30 parlementerî pêk were. Eger Koma BDP'ê ji 30 parlementerî pêk neyê, mixabin ew ê nikaribe bibe xwediyê rolek girîng. Lewre, carekê din ez dixwazim bêjim, divê BDP serkeve û serkeve." Ango BDP ne "Bloka Kurd".
Thumbs Up Thumbs Down
0
total: 3 | displaying: 1 - 3

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
4.80