Fehim İşik: Li Tirkiyê ti yasayek nîne bikare zimanê Kurdî biparêze
Hewlêr (Rûdaw) – Îro roja zimanê dayîkê ye. Nivîskar û perwerdekar Fehim İşik li ser giringiya zimanê dayîkê ji Rûdawê re diyar kir ku îro li Tirkiyê qanûnekî ku bikare zimanê Kurdî biparêze tuneye. Ji ber vê yekê taybetmendiya doza zimanê dayîkê ji aliyê Kurdan ve hîn zêdetir giring e. İşik diyar kir ku hê li Tirkiyê zimanê Kurdî bi asîmlasyonê re rû bi rûye û berpirsyartiya vê yekê jî dikeve stoyê siyasetmedarên Kurd.
Rêxistina Çand û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî UNESCO, 21'ê Sibatê wekî roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê îlan kir. Li gorî daneyên UNESCO'yê di cîhanê de 6 hezar ziman tên axaftin. Di nava 6 hezar zimanan de tenê 300 ziman fermî ne. Li Tirkiyeyê jî ji bilî tirkî 34 ziman tên axaftin. Lê di nava 35 zimanan de tenê tirkî fermî ye. Di nava 35 zimanan de, 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rûne.
Bi ti awayî zimanê Kurdî bi fermî nehatiye naskirin...
Nivîskar û perwerdekar Fehim İşik derbarê giringiya zimanê dayîkê û di roja me ya îro de giringiya zimanê dayîkê ji Rûdawê re got: “Îro li bakurê Kurdistanê hê jî derfet nîne ku zarok li dibistanan bi zimanê dayîkê bên perwerdekirin. Herwiha di aliyê fermî de jî ti carî zimanê Kurdî bi awayekî azad û serbest nayê bikaranîn. Îro jî li hinek dadgehan darizandin çêdibin, lê zarokên girtî dixwazin bi zimanê dayîkê îfadeya xwe bidin, lê rê ji vê yekê re nayê dayîn û ev rê çênebûye. Lê di hinek Tv û rojnameyan de zimanê Kurdî tê bikaranîn, lê bi ti awayî bi fermî nehatiye naskirin. Îro li Tirkiyê di qanûnekî ku bikare zimanê Kurdî biparêze tuneye. Ji ber vê yekê taybetmendiya doza zimanê dayîkê ji aliyê Kurdan ve hîn zêdetir giring e. Rojekî giringe ku bal bikişînin ser wê yekê ku bi rastî neheqiya ku li tu derê nayê dîtin, di vê rojê de bê eşkere kirin.
Li bakur jî xwedî derketinekî mezin a ji bo zimanê Kurdî heye’
İşik di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser asta niha ya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û got: “Piştî başûrê Kurdistanê, di warê rêveberiyê de guhertinekî mezin çêbû û bi taybet jî piştî salên 1991’î. Bê guman zimanê Kurdî gelek pêş ket, vê yekê bandora xwe li ser bakur jî çêkir. Herwiha li bakur jî xwedî derketinekî mezin a ji bo zimanê Kurdî heye. Bi taybet jî bi rêya televizyonên esmanî, zimanê Kurdî hate bikaranîn û gel jî ji vê yekê bi bandor bû.”
Îro li bakur zaraveyê Zazakî di bin metirsiyekî mezin de ye
Nivîskar û perwerdekar Fehim İşik diyar kir ku çiqas li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê resmiyetekî zimanê Kurdî nebe jî, lê dîsan ji ber xwedî derketina gel ziman ji zilmê rizgar kir; “Bingehekî bihêz ê zimanê Kurdî heye û ji edebiyatekî bihêz tê. Vê yekê jî bandor li zimanê Kurdî kiriye, lê niha jî li pêşiya zimanê Kurdî xeteriyek heye. Mînak; îro li bakur zaraveyê Zazakî di bin metirsiyekî mezin de ye. Li gor rapora Yekîtiya Gelan jî, tê gotin ku dibe heta 20-30 salên din zaraveyê Zazakî ji holê rabe. Bi taybet di vî warî de gelek kêmasî hene.”
İşik destnîşan kir ku ji ber li bakur hemû zarok bi Tirkî perwerdeyê dibînin, her ku diçe zimanê xwe ji bîr dikin û nikarin bi hêsan bikarbênin; “Ev jî kêmasiyekî pir mezin e. Rewş ji aliyê siyasî ve tevî ku gel xwedî jî lêderdikeve û ber bi başiyê ve jî diçe, lê ji ber niha bi awayek fermî nayê pejirandin, dîsa li bakur ziman di bin xeteriyê de ye. Berpirsyariya herî mezin jî dikeve ser milê siyasetmedarên Kurd. Siyasetmedar û gelê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkevin û bikarin ji bin xeteriyê derxînin.”
Projeyen ji bo zimanê Kurdî...
Nivîskar Fehim İşik derbarê projeyên ji bo zimanê kurdî dîtinên xwe anî ziman û wiha pêdeçû: “Me ji salên 1991’an û vir ve bi dehan civîn çêkirin. Berî 91’an li Swêd û Fransa jî gelek civîn hatin çêkirin. Di nava rojên 02-03-04.03.2012’an de li Amedê konferansek mezin li ser zimanê Kurdî tê sazkirin. Di aliyê rastnivîsin, bikaranî perwerde û karanîna jiyana rojane de gelek gav hatin avêtin. Ji ber vê yekê niha wêjevan û pêşîsaziyên ziman bi vê yekê ve mijûlin û di warê siyasî de jî gelek gav li bakur hatin avêtin. Heta berî 2 salan xwepêşandanekî mezin ji bo zimanê Kurdî li gelek navçeyên Kurdistanê hatin sazkirin û bi deh hezaran mirov beşdar bûn.”
Tevî baldariyên ji bo kurdî, dîsa jî pirsgirêk hene...
İşik bilêv kir ku hem jî aliyê akademîk û hem jî ji aliyê siyasî ve baldariyekî mezin li bakur ji bo zimanê Kurdî heye; “Lê dîsan jî pirsgirêkên me hene. Pirsgirêkên pêwîste bên çareserkirin hene. Îro jî pirsgirêka herî mezin hebûna du alfabeyên Kurdî (Erebî-Latînî) ye, ev yek jî di fêm kirina navbera parçeyên Kurdistanê de pirsgirêkan derdixe.” İşik anî ziman ku hê pirsgirêkên zaraveyan hene û hê bi awayekî esasî nehatine çareserkirin.
Fehim İşik destnîşan kir ku peyvên biyanî yên di nava Kurdî de tên bikaranîn hene û li ser wan peyvan jî xebat û çalakî hene û wiha pêdeçû: “Mixabin di wî warî de jî pirsgirêk hene. Ji bo van tiştane jî pêwîstî bi xebatên akademîk heye. Em pê serbilindin ku niha li başûrê Kurdistanê di gelek zanîngehan de xebatên akademîk yên bi nirx tên kirin. Lê hêviya me ewe ku bi awayekî şirîk, bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê bikarin bi hev re van pirsgirêkan bi awayekî giştî çareser bikin. Bê guman ji bo wê yekê jî pêwîstî bi konferansekî giştî heye. Raste ev konferans ji nişka ve nayê kirin, lê pêwîstî bi demê heye û ev konferan bê lidarxistin.
‘Ger ziman di bin bandora zimanekî serdest de be, ev bi xwe jî asîmlasyoneke mezine’
Nivîskar, rojnamevan û û perwerdekar Fehim İşik di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser asîmlasyona li ser zimanê Kurdî û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hê jî polîtîkayên asîmlasyonê berdewam dikin. Heta niha hebûna Kurdan nedihat pejirandin, lê niha hebûn tê pejirandin û dixwazin karanîna mafan jî wekî şexsî bê bikaranîn. Ger ziman di bin bandora zimanekî serdest de be, ev bi xwe jî asîmlasyoneke mezine. Zimanê serdest jî di hemû aliyên jiyan, perwerde û fermî de xwe eşkere nîşan dide. Li ser zimanê Kurdî bandora fermî ya dewletê û zimanê Tirkî (bi taybet di perwerdeyê de) heye. Ev jî asîmlasyone û di vî warî hê jî ti gavek nehatiye avêtin. Heta zimanê Kurdî, bi awayekî fermî ji aliyê fermî û yasayî ve neyê pejirandin, wê asîmlasyon berdewam bike.
Wêne: Ji Facebooka Fehim İşik hatiye wergirtin



Nerîna xwe binivîse