Karmend û mêvanên K.Tv gazinan dikin: Programên me nayên weşandin
Almanya: Hevkarên kevin û nû yên Kurdistan Tv, herwiha hin kesayetiyên Kurd giliya wê yekê dikin ku ev televizyona Kurdî programên wan naweşîne, lê rêvebirekî K.Tv diyar kir ku “Gelek sedemên wê hene.”
Roja 7ê Çileya 2011an studyoya Kurdistan.Tv a Ewrûpa ku li bajarê Kleve ya rojavayê Almanya li ser sînorê Holanda ye, bi boneya 12. salvegera damezrandina K.Tv ji bo çendîn kesayet, sazî, rojnamevan û rewşenbîrên Kurdên li Almanya û derdorê wê mêvandariyek sazkir. K.Tv di 17’î Çileya 1999’an de dest bi weşana xwe kiribû û bû yekemîn televizyona Kurdî ku weşana xwe ji axa Kurdistanê dike. Di vê rûniştinê de ku hevkarekî Rûdaw jî amadebû, mêvanan rexne û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û berpirsên K.Tv jî derbarê rexne û ramanan de mêvanan ronî kirin û bersivdan pirsên wan; lê tiştê balkêş ew bû ku herî zêde karmendên K.Tv rexne li xwe digirtin û bêtir behsa wê yekê dikirin ku programên ew amade dikin, nayên weşandin.
Di navbera Kurdistan û Ewrûpa de hemahengî tune
Amadekar û pêşkêşkara programa Kurdistan.Tv ya bi navê Paidia, Şine Pêncwînî, di rûniştinê de gelek gilî kirin, wê ji bo Rûdawê jî giliya wê yekê kir ku kêm jin hatibûn dawetkirin. “Derfet jî nedidan ku jin nerîna xwe bi azadî bibêjin.” Şine Pêncwînî eşkere jî kir ku “Di nav saziyeke rewşenbîrî de li Ewrûpayê nebûna bingeha azadiyê ji bo min pirsgirêkeke mezin e.”
Pêncwînî behsa programa xwe jî kir û got, “Min 6 xeleke amadekirine, lê min û xelkê jî tenê 5 dîtine, hevkarên me yên Kurdistanê jî dibêjin me hemû weşandine, vêca nizanim rast e yan na.” Ew karmenda K.tv ku li Holanda dijî dibêje ew bi çêkirina programan ve diwestin, lê li Kurdistanê hurmeta wan nagirin, “Pirsgirêka me dinavbera Kurdistan û Ewrûpa de nebûna hemanegiyê ye.” Pêşkêşkara programa Paidia herwiha diyar kir ku K.Tv tiştê baş jî kiriye, “Lê ji ber ku ev sazî girêdayî partiyekê ye, mirov nikare dahênanê bike û pêşketinê pêkbîne, ji ber ku ne bi yek baweriyê, lê bi bîrûbaweriyên cuda pêşkeftin çê dibe.”
Hunermendê stranbêj, Elind ku amadekar û pêşkêşkarê programa Evîna Huner bû li K.Tv ji bo Rûdawê got, “Piştî Evîna Huner min bi navê Dûrjîn du program çêkir û du mamosteyên wêje û hunerê vexwend, lê program nehat weşandin û ez niha şermê ji wan mamosteyan dikim, ew ji min dipirsin ka bo çi nehat weşandin, ez jî nizanim mesele çî ye.”
Elind di wê baweriyê de ye ku di Kurdistan.Tv de grûp hene. “Her kes grûpa xwe diparêze.” Ew di wê baweriyê de ye ku gelek programên din jî nayên weşandin. “Bila rexneyê bikin û kêmasiyê destnîşan bikin, lê nabe ew xwe bêdeng bikin û programan neweşînin.” Elind rexneyên tund li rêvebirên K.tv kirin û got, “Ji ber vê yekê jî ew qet pêşneketiye.”
“Medya PDK’ê berevajî hemû dinyayê ye”
Nivîskarê Kurd, Qeys Qeredaxî jî ji bo Rûdawê got ku di dinyayê de dema ji aliyê serokatiyê tiştên nebaş bên kirin, medya wan nebaşiyan boyax dike, “Lê di nava medya PDKê de berevajî hemû dinyayê tê kirin, ango li jor karên baş tên kirin, lê medya wê vedişêre, ev jî tiştekî ne normal e.”
Qeredaxî ku berdewam ji bo kanalên erebî diaxive û parêzvanekî serhişkê doza Kurd û Kurdistanê ye, dibêje: “Bêtirî hezar û sed hevdîtinên min ligel kenalên dinyayê hene û hemû hatine weşandin.” Qeredaxî radigihîne ku ji bo beşdarbûna programekê carekê ji aliyê K.tv hat vexwendin: “Ez 700 kilometreyan ji dûr hatim studyoyê û heman dûriyê vegeriyam, lê program nehat weşandin, tevî ku min di programê de xelk dehif dikir ku dengê xwe bidin Serok Barzanî.”
Qeys Qeredaxî rexne li karbidestên K.tv yên li Kurdistanê girt û diyar kir ku di helkeftên mezin de K.tv hevpeyvînê ligel rêvebirê xwe dike û got berî çendekê Serokê Kurdistanê behsa serxwebûnê kir û hemû dinyayê jî behs kir, “Lê televizyonên kurdî xwe bêdeng kirin û nehêştin em jî dengê xwe derxînin û di van deman de stran weşandin, behsa çîrokên kevin, jiyana Hîtler û rêzefîlmên biyanê diweşandin.”
Nivîskarê Kurdê ku li Rojhilatê Almanya dijî got bila televizyonên kurdî netirsin û derî vekin ku xelkên cuda û yên biyanî jî nerînên xwe bibêjin, “Siyarên zîrek ên Kurdan hene ku bersiva wan bidin û sînorekî ji wan re danin û wan şermezar bikin.” Qeredaxî bi mixabinî ve got ku hinek kes di medyayê de hene dixwazin dîwarekî avabikin û serokatiyê ji xelkê qut bikin.



Nerîna xwe binivîse