Rûpelê serekî | Rojavayê Kurdistan û Sûriye | Bi Vîdeo: Li Hûmisê 2 rojnamevan Rojavayî hatin kuştin

Bi Vîdeo: Li Hûmisê 2 rojnamevan Rojavayî hatin kuştin

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image 27 kes kuştî hatin dîtin

Hûmis: Li Hûmisê li dijî avahiya ku rojnamevan lê diman, êrişek pêkhat û herî kêm 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hûmisê li dijî avahiya ku rojnamevanên biyanî lê di man, êrişa bi fuzeyan hat kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî êrişê, herî kêm 2 rojnamevan hatine kuştin. Hat gotin ku yek ji rojnamevanên mirî, xebatkara rojnameya Brîtanî Sunday Times Marie Colvin û wênekêşê Fransî Remi Ochlik in.

Opozisyonê jî diyar kir ku rojnamevan di encama bombebarana artêşê de hatine kuştin û rojnamevanên Rojavayîne.

Li ser rêya gund 27 kes hatin kuştin

Li Sûriyê piraniya wan ciwan, bi giştî 27 kes li kêleka rê mirî hatin dîtin. Li gor daxuyaniyeke îro ji aliyê opozisyonê ve hatiye dayîn, 27 kes li ser rêya gund ji serî û singê xwe bi guleyan hatîn kuştin hatine dîtin.

Rêxistina Mafê Mirov a Sûriyê diyar kir ku kesên hatine kuştin hemû jî sivîlin û ev kes ji gundên parêzgeha Îdlîbê yên wekî; Îblîn, Îdîta û Balshonê ne.

Subscribe to comments feed Şirove (0 posted):

total: | displaying:

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
0