Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tendirûstî

Gelo ajotina duçerxê bandorê li ser tendursitiya seksê dike?

Ji aliyê RÛDAW 14-1-2018
Ajovanên duçerxê li gel werzîşvanên atletîzmê hatine berawirdkirin
Ajovanên duçerxê li gel werzîşvanên atletîzmê hatine berawirdkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Vekolînekî nû yê navdewletî derxistiye holê, ku ajotina piskilêt an ku duçerxê bandorê li ser tenduristiya seksî û hemû endamên zaûzê û mîzildanka zilaman nake.

 

Pizîşkên vekolînê di vê mijarê de li welatên Brîtanya, Amerîka, Kanada, Awûstralya û Zelandaya Nû, li ser 2 hezar û 700 kesan lêkolînek pêk anîne. Di vekolînê de, di navbera werzîşvanên melevanî, bezîn û atletîzmê û herwiha ajovanên duçerxan de berawird hatiye kirin.

 

Di encama vekolînê de eşkere bûye, ku tenduristiya seksî û endamên mîzildankê yên ajovanên duçerxan û werzîşvanên melevaniyê de, di heman astê de bûye. Herwiha derketiye holê, ku ti ciyawaziyeke berçav di navbera wan verzişvanan de nebûye.

 

Lêkoleran ev yek jî eşkere kiriye, ku sûda ku ajotina duçerxê dide laşê mirovan, zêdetire ji sûda werzîşên din. Wate ajotina duçerxê ji bo tenduristiya dil û demaran zêdetir bi sûd e.

 

Hêjayê gotinê ye, ku Rêxistina Tendurustiya Cîhanî ji hemû mirovan re pêşniyar dike, di nava heftiyekê de herî kêm 5 rojan, werzîşeke normal ê 15 heta 30 xulekî bikin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

Nîşankirin : Duçerx, Tenduristî, Vekolîn
316 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.265 seconds