Hewlêr (Rûdaw) - Di organîzasyona Xelatên Futbola Kurewî (Globe Soccer Awards) ya 2019an de lîstikvanê Juventusê Cristiano Ronaldo xelata baştirîn lîstikvan wergirt.
Merasima xelat dayînê li Dubaiyê hat kirin û navdarê Portekîzî Cristiano Ronaldo di qada xelata lîstikvanê baş de ev cara sêyemîn e ku li ser hev heman xelatî qezenc dike.
Berê ji Atletico Madrîdê Antoîne Grîezmann û ji Parîs Saînt-Germaînê jî Kylian Mbappe li ser hev ev xelat qezenc kiribûn lê Ronaldo ji ber ku cara sêyemîn e xelatê hildide bû xwedî rekoreke nû.
Ronaldoyê ku di kategoriya "Tercîha alîgiran" de xelat qezenc kir di merasimê de axivî û got: "Ji vê çêtir bi awayekî din min nikaribû dest bi sala nû bikira. Ji ber eleqeya tê nîşandan û xelatên tên dayîn ez ji herkesî re spas dikim."
Di organîzasyonê de Dideer Deschamps ku rahêneriya Fransaya bû şampiyonê dawîn ê dinyayê xelata rahênerê herî baş hilda û xelata kariyerê jî lîstikvanê bi navû deng ê ji Brezilyayê Ronaldo qezenc kir.