Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û yên Sûrî, ku li bajarê Mêrsîna Tirkiyê dimînin, piştî rahênana 2 mehan, xuleke futbolê birêve birin.
Bi gotina komîteya amadekar ya xula Futbolê, 40 roj dê xulê dom kir û têde 100 ciwanên Rojavayê Kurdistanê û yên Sûriyê ku temenên wan kêmî 18 salî bûn, beşdar bûn.
Endamê Komîteya amadekar ya xula futbolê Fewaz Husên tekez dike, ku ti alî alîkariya wan nekiriye, û tenê armanca wan ew e ku piştgiriya ciwanên Kurd û yên Sûriyê bike, û behreyên wan yên werzişiyê pêş bixe.
8 tîm beşdarî vê xuleyê bûn, maça dawî ya vê xuleyê jî, navbera tîma Nicom û tîma Cîhad Kobanî bû, û têde Tîma Cîhad Kobanî bi 3 golan bi ser ket.