Navenda Nûçeyan - Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de Tîma Îngiltereyê bi encama 2-0 ji Tîma Swêdê bir û derket nîvfînalê. Piştî 28 salan cara yekem e Îngiltere derdikeve nîvfînalê.
Tîma Îngiltereyê û Tîma Swêdê li yarîgeha Samata hatin pêşberî hev.
Gola yekêm lîstikî di xulaka 30em de ji aliyê lîstikvanê Îngiltereyê Harry Maguire ve hat tomarkirin. Di ivê yekem ê yariyê de ti golek din nehat tomarkirin û encam bi 1-0 xilas bû.
Di xulaka 59em de lîstikvanê Îngiltereyê Dele Allî gok bi serê avête tora Swêdê û encam bû 2-0. Piştî vê golê ti golek din nehat tomarkirin û Îngiltere bi vê encamê piştî 28 salan care yekem e derdikeve nîvfînala kupa cîhanî.
Piştî vê encamê di nîvfînalî de serkeftê yariya Rûsya-Xirwatiya bibe rikberê Îngiltereyê.