Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Dalkurd îro ji bo tolhildanê derdikeve yariyê

Ji aliyê RÛDAW 9-9-2017
Tîma Dalkurdê
Tîma Dalkurdê

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Dalkurdê îro mêhvandariya tîma Falkenbergsê dike û take riya li pêş “Şêrên Swêdê” bidestxistina 3 xalan e.

 

Di heftêya 23yemîn a lîga 2emîn a Swêdê Superettanê de, yaneya Dalkurdê îro Şemiyê (09-09-2017), di Yarîgeha Domnarvisvalen de pêşwaziya tîma Falkenbergsê dike.

 

Beriya vê yariyê Dalkurd bi 47 xalan yekemînê xula Superettanê ye û tîma Falkenbergsê jî bi 37 xalan di rêza 4emîn a rêzbendê de ye.

 

Ji bo qahîmkirina cihê xwe, pêwîstiya Dalkurdê bi 3 xalan û serkeftinê heye.

 

Tîma Falkenbergsê yek ji tîma herî bi hêz a xula Superettanê ye. Di yariya berî de, li mala xwe ev tîm li hember Dalkurdê 2-0 bi serketibû. Lewma giringiya vê yariyê gelek e.

 

Tîma Dalkurdê vê carê dê ji bo tolhiladanê derbikeve pêş rikberê xwe.

 

Derbarê vê yariyê de kaptanê Dalkurdê Pêşrew Ezîzî ji Rûdawê re got: “Me vê carê xwe pir baş amade kiriye. Em dixwazin yariyê bibin û 3 xalan bidest bixin.”

 

Di yariya hefteya borî de tîma Dalkurdê bibû mêvanê Helsingborgê. Di xuleka dawiyê de golek xwar û bi vî awayî 2-2 wekhev ma, derfetê 3 xalan ji dest dan.

 

 

 

 

Yaneya Dalkurdê

 

Dalkurd FF, anku bi swedî Dalkurd Fotbollförening (Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd), yaneyeke futbolê ya kurdî-swêdî ye.

 

Dalkurd di sala 2004'an de li Borlängeya Swêdê ji aliyê kurdên diyasporayê ve hatiye sazkirin. Di 2008an de nîvê tîmê kurdên Mêrdînê bûn. Lê niha bûye tîmeke mezin.

 

Dalkurd yekemîn time ku di lîgên Swêdê de 5 caran ser hev bûye yekemîn û ji bo lîgege ser ve bilind bûye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1393 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Azad Dîlokî | 2017-10-16 4:19:59 PM
Ez nehletê li hêzên hevpeymanîya navdewletî dikim. Gelê kurd divê ev ixaneta we û deq dolabên we li gel Iran a hov û dirinde li dij gelê kurd bi...
Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera li Kerkûkê bi hemehengiya me bûye
| 16 demjimêr berê | (1)
muhammed | 2017-10-16 12:49:30 PM
rast e li ba iran ırak heşd in. baş bu ku ruye we ye reş derket hole,gele me we nas kir.
bakur | 2017-10-16 1:47:18 PM
Erê Hêro tu dibêjî qey Kurd hemû bê hiş û aqil in û xiyaneta te û kurên te Pavel û Lahor nabîne.. Kurd û Kurdistanî hergîz vê xiyaneta we ya dîrokî...
Hêro Îbrahîm Ehmed: Endamên malbata min li eniya şer in
| 18 demjimêr berê | (5)
lolozano | 2017-10-15 8:21:01 AM
Xebatkarê hêja Azad Cindîyanî!Gotinek Îranîyên kevin li ser Kurdan heye dibêjin;Heger,tû dixwezî ji Kurdan,rêzgar bî,hinekan ji Kurdan bike Mar û...
SÊ FAKTOR - Çima Bexda li gel Hewlêrê danûstandinan nake?
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Serdar | 2017-10-14 10:12:33 PM
Her bijîîî, kurdinûsên me navdar bûne :)
Trendeke nû li ser medyaya civakî:  Kurdînûs
| 14-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.453 seconds