Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Amedspor ji ber qeyrana darayî di astengiyê de ye

Ji aliyê Mehdî Mutlu 11-10-2018
Amedspor daxwaza alîkariyê dike

Amed (Rûdaw) - Tesîsa Tîma Amedsporê, di 28ê Cotmeha 2014an de piştî ku Tîma Şaredariya Mezin a Amedê navê xwe kir Amedspor, di dîrokê de cara pêşîn bû ku li Tirkiye tîmeke bi navê Kurdî li nav stadyuman cih digirt.

 

Suleyman Gokalp ku berpirsê karûbarên darayî yên Amedsporê ye, ji ber ku tîma wî di nav qeyraneke aboriyê de ye û ew wek klûb 4 meh in deyndarê futbolîst û xebatkarên xwe ne, nîgeran e.

 

Suleyman Gokalp ji Rûdawê re ragihand: “300 ciwanên Kurd li vê derê perwerdehiya sporê dibînin, niha em gelek di tengasiyê de ne û em deyndarê futbolîst, karmend û firoşkarên Amedê ne, di vê demsalê de eger 1 milyon dolar alîkarî bigihîje ber destê me, dê pirsgirêkên me çareser bibin”

 

Îsal piştî ku demsala nû ya futbolê dest pê kir, Amedspor ji 5 yariyan 2 yarî bi ser ket, her çend qeyrana aborî û zextên Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) li ser tîmê hebe jî futbolîst û alîgirên tîmê pê bawer in ku Amedspor dê dîsa vegere wan rojên xwe yên serkeftî.

 

Gelo zextên li ser Amesporê çima her zêde dibin, gelo ji ber ku ew tîmeke bi navê Kurdî ye, an jî çima kesek li Amedsporê xwedî dernakeve û Amedspor dê çawa ji nav vê qeyranê bikaribe derkeve, em van pirsyaran ji Serokê Klûba Amedsporê Nurullah Edemen dikin.

 

Nurullah Edemen li ser pirsên Rûdawê diyar kir: “Ji ber  ku navê tîma me bi Kurdî ye, em di vê rewşa nebaş de ne, banga min li hemû Kurdan e: Çawa ku li Dalkurdê xwedî derdikevin  bila li tîma Amedsporê jî xwedî derkevin û alîkariya Amedsporê bikin.”

 

Amedspor niha di lîga duyemîn di koma spî de cih digire û di demsala îsal de di 5 yarîyan de li ser hev 7 puan bi dest xistine, herwiha di nav 18 tîman de tîma heştemîn e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.172 seconds