Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Bi sponsoriya Rûdawê li Hewlêrê boksa nav qefesê tê kirin

Ji aliyê RÛDAW 12-9-2017
Palawantiya MMA li Hewlêrê
Palawantiya MMA li Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Di dîroka Kurdistanê û Iraqê de, bo cara yekemîn, dê li Hewlêrê palawantiya navdewletî ya lîstoka “hunera berevaniya serbest” were encamdan. Tora Medyaya Rûdawê jî sposoriya vê palawantiyê dike.   

 

Lîstoka boksa nav qefesê, an ku “hunera berevaniya serbest” weke MMA tê naskirin û yek ji lîstoka herî bi hêz û balkêş a hunera berevaniyê ye di cîhanê de. Lîstok di nava qefesekî girtî de tê kirin.

 

Palawantiya MMA dê roja Pênşemê 14-09-2017 li Otêla Şareton were kirin. Herwiha 10 lîstikvanên ji welatên Misir, Sûriye, Lûbnan, Iraq û Başûrê Kurdistanê dê beşdar bibin. Palawantî dê tenê rojekê berdewam be.

 

Toma Medyaya Rûdawê dê sponsoriya vê palawantiyê bike. Rûdaw take medyaye, ku xwedan mafê parvekirina nûçe, dîmen û wêneyên vê palawantiyê ye.