Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Atleta ji Mûşê bi derfetên kêm xwe ji Şampiyonaya Cîhanî re amade dike

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2018
Mûş (Wêne: AA)
Mûş (Wêne: AA)
Navenda Nûçeyan - Atleta ji bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê Derya Kunur li bajarokê Altinoavaya li baxçeyê mala xwe bi derfetên xwe parkûra bezê ya bi asteng çêkir û di parkûrê de ji bo Şampiyonaya Ciwanan a Cîhanî xwe amade dike.

Derya Kunur a 18 salî xwendekara Dibistana Bilind a Perwerdeya Werzîşê ya Zanîngeha Muş Alparslanê ye. Di tîrmehê bê de dê li Fînlandiyayê şampiyona were lidarxistin û Kunur jê xwe jê re amade dike.




Kunur nav hefteyê bi rahênerê xwe Ozkan Yurtaşê li Stada Mûşê û Deşta Mûşê xebata xwe didomîne, dawiya hefteyê jî li baxçeyê mala xwe ku aniye tê da bi kursî û darana asteng çêkiriye û lê dixebite. Atleta mûşî piştî ku antrenmanên xwe xelas dike alîkariyê dide malbata xwe û alif dide ajelan.




Werzişvana Kulûba Fenerbahçeyê Derya Kunur li Sirbistanê di Şamnpiyonaya Stêrkên Balkanan de li beşa 2000 metre parkûra biasteng de bibû duyemîn, li Bursayê di Şampiyonaya Atletîzmê ya Tukcellê da rekora Tirkiyê bi dest xist, li Çekyayê di Şampiyonaya Kulûbên Ewropayê de di beşa 3000 metre parkûra biasteng de bibû yekemîn, li Belarûsê di tûrnûvaya navneteweyî de bibû yekemîn. Hedefa Kunurê ew e ku di Şampiyonaya Ciwanan a Cîhabî ya 10-15ê tîrmehê de madalyona zêr qezenc bike.




Derya Kunurê daxuyanî got ku ew ji 12 saliya xwe heta niha werzîûê dike û mamosteyê wê yê perwerdeya werzîşê jê re bûye alîkar.


Kunur diyar kir ku wê di Şampiyonayên Ewropa û Balkanan da gelek serkeftin bi dest xistin û wiha dewam got: "Di sala 2016an de ez cara ewil ji bo tîma neteweyî hatim hilbijartin. Min li Sirbistanê alaya me bilind kir. Ez bi piştgiriya malbat û rahênerê xwe derketim vê rojê."




Kunur da zanîn ku ew dawiya hefteyê tê mala xwe û bi derfetên xwe li mala xwe jî werzîşê dike.

Nîşankirin : Mûş, Atlet, Derya Kunur
332 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.531 seconds