Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE – Palawantiya melevaniya dirêj li Dokanê

Ji aliyê Sertîp Osman 17-9-2017
2474 hatiye dîtin

Dukan (Rûdaw) – Li deryaçeya Dokanê ya Başûrê Kurdistanê, palawantiya melevaniya dirêj hate kirin. Di palawantiyê de 16 yaneyên Kurdistan û Iraqê tevlî pêşbirkan bûn. Herwiha 15 keçên werzîşvan jî ji bo bidestxistina pileya yekemînbûnê pêşbazî kirin.

 

Di palawantiya melevaniyê de 115 melevanan rikberî kirin. Li ser asta keçan, di pêşbaziya 5 kîlometre de Yaneya Ceyş pileya yekemîn bidest xist. Di asta zilaman de jî Yaneya Gaza Bakûr bû yekemîn.

 

Di asta keçên ciwan de Yaneya Mûseyf û ua kuran de Yaneya Kazimiye bûne yekemîn. Yaneya Silêmaniyê di vê pêşbirkê de bû duyemîn.

 

Di palawantiyên salên borî de herdem yaneyên Başûrê Kurdistanê dibûne yekemîn lê îsal ev serkeftin bidest nexistin.

 

 

0.156 seconds