Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn

Ji aliyê RÛDAW 19-1-2019
Penaltiya Ronaldo girtibû

Navenda Nûçeyan – Golparêzê Kurd ê zîrek ê tîma hilbijardeya Îranê Elîriza Bîranwend di lîstika çarçoveya Kupa Asayayê ya Îran û Iraqê de bi destê xwe bi qasî 65 metreyan gog avêt ji hevalê xwe re û vê şiyana wî bal kişan ser xwe.

 

Di Kupa Asayayê ku bi mazûvaniya Îmratê birêve diçe de herdû tinên Îran û Iraqê  hatin beramberî hev û yarî bi encama 0-0 bidawî bû.

 

Kesên temaşeyê wê yariyê kirin bi çavên xwe rewşeke nebûye dîtin. Piştî tîma Iraqê ser bi tîma Îranê de hat golparêzê Elîriza Bîranwend gog girt û bi destê xwe bi qasî 65 metreyan gog avêt ji hevalê xwe re. Ew dîmen li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat. Hinek kes dibêjin dibe ku ew pas bibe rekoreke nû.

 

Penaltiya Ronaldo girtibû

 

Golparêzê 25 salî yê Kurd di Kûpaya Cîhanê de derketibû 3 yariyan û tenê 2 gol xwaribûn lê penaltiya Ronaldo xilas kiribû.

 

Elîriza Bîranwend li Îranê wek “Şerê Penaltiyan” tê naskirin.

 

Yek ji golparêzê baş ê cîhanê tê hejmartin

 

Elîreza Bîranwend, ku Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di nav golparêzên herî baş ê cîhanê de di rêza nehemîn de cîh digre.

 

Golparêzê Kurd Elîreza Bîranwend navê xwe di nav lîseya “Baştirîn golparêzên cîhanê” de tomar kir. Di cîhanê de Gianluigi Buffon ê îtalî di pileya yekemîn de, Manuel Noerê almanî duyem û Keylor Navasê kostarîkî, ku di heman demê de golparêzê Real Madrîdê ye, di rêza sêyemîn de ne.

 

Pirs ev e, “gelo Elîreza Bîranwend ê golparêzê yaneya Persepolîsê di vê dawiyê de çi pêşkeş kir, ku navê wî çû nav lîsteya baştirîn golparêzên cîhanê.”

 

Bîranwend ê 25 salî, ji bilî ku penaltiya Cristiano Ronaldo vegerand, herî kêm xwediyê wan taybetmendî û xisletan e ku him li Asya û him jî li seranserê cîhanê bigihe vê astê.

 

Fîzîk û laşê wî pir baş e

 

Golparêzê Kurd xwedî bejneke dirêj e û bejna wî 195 santîmetre ye, ku dihe 6 pê û 5 înc. Ji roja ku bûye lîstikvaneke progesftonel û pîşeger, giraniya kêşa wî ji 85 kîlograman derbas nebûye û ev yek jî dihêle laşê xwe di astekî de biparêze, ku gelek kes li hember vê rewşê mat dimînin.

 

Pir çalak û sivik e

 

Elîreza Bîranwend, ku berê li gel yaneta Neft Tehranê bû û paşî çû nav Persepolîsê, li hember êrîşan pir çalak û sivik e, zû refleksê nîşan dide û nahêle rikberên wî bi hêsanî gokê bavêjin nav tora wî.

 

Cengawer e

 

Bîranwend xwedî kesayetekî cengawere, ku ji bo golparêzekî ev xislet pir pêwîst e. Ev yek dihêle ku hertim gokên zehmet jî bigre. Ji seqetbûn û pêkanê natirse.

 

Çêkerê lîstokê ye

 

Golparêzê Kurd di dema lîstikê de xwedî hêzeke teqîner e, ku dikare di nava lîstikê de bi destê xwe pasê bavêje cihê herî dûr. Rojnameya Miror a îngîlîzî vê yekê weke “nûwaze” binav dike û dibêje, ew dikare bi pasa dest ji tîma xwe re defeta gol ava bike.

 

Di futbolê de divê golparêz hem bi dest û him jî bi ling xwedî behremendî be da ku bikare bandorê li encama yariyê bike. Ev taybetmendî di Elîreza de hene.

 

Şêrê penaltiyan e

 

Bîranwend ji bilî van taybetmediyên xwe, li hember penaltiyanm jî lîstikvaneke bi şiyan û jêhatî ye. Piraniya golparêzan di vê mijarê de qels in lê golparêzê Kurd di vê mijarê de weke “Şêrê penaltiyan” tê naskirin. 

Şîrove

 
Kurdim | 20-1-2019
Serkeftin kurdé héja ra
Nîşankirin :
3169 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.437 seconds