Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Werziş

Werzîşvanê kurd bi tund hikûmeta Îranê rexne kir

Ji aliyê RÛDAW 19-9-2017
Siyamend Rehman
Siyamend Rehman

Navenda Nûçeyan – Şampiyonê kurd û werzîşvanê herî baş ê Parolîmpîk a Cîhanê Siyamend Rehman rexneyên tund li hikûmeta Îranê girt û got: “Îran heyvane tenê 900 tumen meaş dide min, ku ev jî dike 230 dolar. Wê meaşê jî 6 mehan didin û 6 mehan nadin.”

 

Halterhilgirê ji Rojhilatê Kurdistanê Siyamend Rehman, ku weke "werzişvanê herî baş ê sala 2017an” hatiye hilbijartin, niha xwe ji bo Parolîmpiyatên Tokyo 2020ê amade dike.

 

Siyamend Rehman di hevpeyvîna xwe ya dawî de dibêje: “Tenê 2 meh beriya pêşbirkên olîmpiyatan berpirsên Îranê me tînin bîra xwe. Lê beriya mehekê ez çûma Japonyayê, ji niha ve werzîşvanên japon xwe ji bo olîmpiyatên 2020 amade dikin.”

 

Werzîşvanê kurd derbarê rewşa jiyana xwe de diyar kir, ku her carê dema ji Tehranê diçe Urmiyê milyonek tumen dibe mesrefa rêkê, ku ev jî 100 hezar ji meaşê wî zêdetir e û got: “Ez dipirsim ka kîjan berpirsê Îranê bi 900 hezar tumen meaş dijî. Ev pare têra riya min nake. Çawa dibe hilgirê 2 madalyayê zêr ê cîhanê, mehê tenê 900 hezar (230 dolar) meaş werbigre.”

 

Li gorî gotina Siyamend Rehman bi tevê vê meaşê kêm jî berpirsên îranî minnetê dikin.

 

Palawanê kurd diyar kir: “Gelek welat ji min dixwazin ez bibim hemwelatiyê wan û bi navê wan tevlî pêşbirkan bibim. Ew amade ne nasname bidine min lê ez red dikim. Ez dikarim bêyî pare jî yariyan bikim lê helwesta berpirsên Îranê ez sar kirime.”

 

Siyamend Rehman heta niha di Şampiyonaya Olîmpiyat a Cîhanê de 2 car madelyaya zêrîn wergirt û 2 car jî rekora cîhanî derbas kir û sala par jî li Brezîlyayê di pêşbaziyekê de 310 kîlo rakir û rêja rekora xwe jî zêde kir.

 

Rehman yekem car di sala 2008an de li Îranê beşdarî pêşbaziyan bûbû.

 

2254 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.297 seconds