Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Bi wêneyan; Roja cîhanî ya Yuga li Hewlêrê

Ji aliyê RÛDAW 22-6-2018
2476 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi boneya roja cîhaniya Yugayê, ku doh 21ê Hezîranê bû, li bajarê Hewlêrê jî ev roja cîhanî hate bibîranîn û hezkerên Yugayê yên li Kurdistanê bi çalakiyên xwe beşdarî di bîranîna wê roja cîhanî de kirin.

Pêştir tenê xelkên biyanî li Herêma Kurdistanê, Yuga dikirin, lê belê niha welatiyên Kurd jî beşdarî di kursên taybet bi Yugayê de dikin.

Gelek sudden Yugayê hene, eger mirov bi şêweyeke sade werzişê bike, Yuga corek e ji werzişa ruhî ku bi bêhndan (nefesdan, henasedan) û hilmijîna kûr, dibe sedema aramiya dil, mejî û derûniya mirov, ew yek jî ji ber zêdebûna hêza derûnî û hestên ruhî yên mirov.

Herwiha eger mirov bixwaze Yugayê bi şêweyekê aloztir û bi hereketên zêdetir bike, tê wê wateyê ku mirov tevgerên zêdetir ên Yugayê bi kar bîne, bi wê yekê jî hemû endamên bedena mirov werzişê dikin û mirov dibe xwediyê bedeneke aram û masolkeyên bedenê jî tundtir dibin.

 

0.203 seconds