Bila şekir jî têxin lîsteya cixare û alkolê!
Hewlêr: Ji ber ziyanên wê yên zêde yên li ser tendirustiya mirovan, daxwaz tê kirin şekir jî bikeve lîsteya ku çixare û alkol tê de ne.
Lêkolerên zanîngeha San Francisco li Amerîka dibêjin: “Ew şekirê ku dikeve nava hinek derman û şeraban, dibe sedemê derketina nexweşiyên demdirêj û mirina zû, lewma divê firotina wan wek çixare û alkolan bê rêkxistin.”
Pispor diyar dikin ku ew şerab û xwarinên ku şekir di wan de heye, salane dibin sedemê mirina 35 milyon kesan li cîhanê, ev jî pirr xeternak e û divê bi rêya avêtina bacan li ser wan û pêşî li zêde xwarin û vexwarina tiştên bi sekir bê girtin. Heman pispor hişyarî jî didin ku niha cîhan bêtir ji pirgirêka kêmbûna xwarinê ji ber qelewiyê dinalîne û dibêjin: “Şekir di laş de alavê cûtinê diguherîne û zexta xwînê bilind dike û ziyanê digihîne kezebê.”
Lêkoler daxwaz jî dikin bacekî giran bikeve ser şîrketên çêkirina şerabên xazî û nirxên wan bê zêdekirin û bikaranîna wan jî tenê bo kesên temenê wan ser 17 salan re rewa be.
Lêkoler kifş jî dikin ku di hundirê 50 salên bê de rêjeya bikaranîna şekir wê sê caran zêdetir bibe.



Nerîna xwe binivîse