Rûpelê serekî | Jin û Civak | Jin û keçên Xaneqînê ji agir û guleyan dûr in

Jin û keçên Xaneqînê ji agir û guleyan dûr in

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image “Di 3 salên borî de jinekê jî xwe nekuştiye”

Xaneqîn (Rûdaw) - Qasî ku Sebîhe eşkere kiriye “Keç û jinên Xaneqîn û derdora wê, qanihtirîn keç û jinên Kurdistanê ne”, ev jin car caran ji Silêmaniyê diçe nav xizm û kesûkarên xwe li Xaneqînê, da ku hinek xweşiyê ji jiyana sade ya xelkê wê werbigire, lewma niha dikare bêje “Desttengî û hejariyê ew pir baş fêrî jiyana bi hev re kirine, ligel mêrên xwe guncaw in û hemû bi hev re li dora sêniyekê kom dibin.”

Serjimêriyên fermangehên bajêr ligel gotinên hevjîna lîderê koçkirî yê YNKê Cebar Ferman, Sebîhe Şêr Mihemedî hev digirin. Xwe şewitandin û xwekuştina jin, keç û ciwanên Xaneqînê heya niha jî wek nûçeyên xerîb derdikevin.

Qaymqamê Xaneqînê Mihemed Mele Hesen dibêje: “Jin û keçên bajarê me vekirîtir in, pirsgirêka mezin bi piçûk û jin bi jinê û mêrkirina bi kotekî û zexta malbatî kêmtir in.”

Lê Kejal Mihemed ku li dadgeha Silêmaniyê karê parêzeriyê dike, dibêje: “Ji ber zêdebûna dozên jinan û pirsgirêkên civakî yên jinan karê me her diçe zêde dibe.” Rêveberiyên şopandina şîdeta dijî jinan jî, sal li dû salê bi serjimêriyên xwekuştina jinan bargiran in, lê Xaneqîn hê jî sebra xwe di vî alî de ji dest nedaye.

Berpirsa rêxistineke şiyarkirina jinan li Xaneqînê, ditirse nexweşiyên civakî ji Silêmanî û Hewlêrê derbasî bajarê wan jî bibin û bûyerên ku di 2011an de tomar kirine, ew hinekî tirsandin: “Salên borî pir baştir bû, lê di sala borî de 5 bûyerên xweşewitandinê hebûn.”

Rêvebera sentera ragihandin û ronakbîrî ya jinan li Xaneqînê Zeyneb Erkewazî, herwiha dibêje îsal heya niha 2 bûyerên xweşewitandinê hebûn: “Em bi vê yekê pir bibandor bûn, çiku salên berê ew bûyer nebûn.” Wek Zeynebê behs dike, dibe ku 2012an bi şûmî hatibe Xaneqînê: “Bawer dikim hêdî hêdî pirsgirêk tên vê deverê.”

Rêveberiya şopandina şîdeta dijî jinan, ofîsa xwe li Xaneqînê venekiriye û sitargeha hewandina jinan jî lî nîne. Zeyneb got: “Rêxistineke parastina jinan hebû, ji ber ku berpirsê rêxistinê nexweş ket, navend jî bi xwe re girt.”

Jin li Xaneqîn û derora wê, hê jî bi sadeyî gavan didin, her li sûk û kolan û cadeyan, heya digihîje cilûberg û otomobîl û dîzayna nav malan. Di aliyê edetên civakî de, xaneqîniyan hê jî destê xwe ji salên xwe yê 70 û 80an bi tevahî bernedane û di aliyê xewna netewî û şewq û zewqa moderin de jî, meyala wan bi aliyê Silêmaniyê ye.

Rêveberê nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê Dr. Xalid Ebas, got: “Ev 3 sal in rêveberê vê nexweşxaneyê me, heya niha jinekê jî xwe nekuştiye. Di hundirê van 3 salên borî de tenê 4 bûyerên xweşewitandina jin û keçan li cem me hebû, lê bûyerên şewitînê hebûn.”

Melîhe Îbrahîm (54) li Xaneqînê ji dayik bûye û jiyaye dibêje, ew ji ber sitema Beesê pîr bûye: “Keç li vir bê kêşe ne, wan bi kotekî nadin mêrkirin, dixwînin û diçin bazaran.” Lê Selam Ebdullah, ku rojnamevan e dibêje: “Mêrsalarî heye û jin li malê zindanî ye, dibe ku bêdengî razîbûn be, bi vê jiyanê.”

Xaneqîn yek e ji kevintirîn bajarokên Kurdistanê, sala 1974an proseya erebkirinê li wir dest pê kir, gelek netew û mezheb lê dijîn, 180 km hevsînor e ligel Îranê. Berî ketina rêjîma Sedam Husên hejmara rûniştiyên wê 35 hezar kes bû, vêga hejmar bilind bûye heya 170 hezar kesî. 250 gund û 5 nahiyeyên wê hene, ku sê nahiyeyên wê li ser Herêma Kurdistanê ne û 2 nahiyeyên din jî li ser Diyala ne.

Dûriya riya di navbera Kelar û Xaneqînê de, bi otomobîlê 15 xulekan dom dike, lê bo rewşa jiyana jinan ferq zêde ye. Rêveberê şopandina şîdeta dijî jinan li Germiyan Ednan Mihemed Mîrza, dibêje: “Bawer dikim keç û jinên Xaneqînê û Celewla û Sadiye vekirîtir in, li wir ger jin û mêr bi kêşe bin, li dadgehê bi bêdengî çareser dikin, ne ku bi riya xweşewitandin û xwekuştin. Carna jin li wan deveran têne ba me, lê bûyer pir kêm in.”            

Subscribe to comments feed Şirove (0 posted):

total: | displaying:

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
0