Galeriya wêneyan

01-04-2013
6 Photos
RÛDAW

Nabolî (Rûdaw/Ajans) - Wêneyên Serokwezîra Almanya Angela Merkel  di hewûzek li Îtalya de hat girtin.

Dîmenên serokwezîra Almanya Angela Merkel û hevserê wê di dema geşta ji bo Îtalyayê de hatin girtin. Di wêneyan de tê dîtin ku Merkel bi mayo xwe dixe hewûza avê de. Merkel geşta Paskalya ligel hevserê xwe Jachim Sauer wekî salên derbasbûyî, dîsa li Îtalya derbas kir. Dema Merkel di hewûzê de melevanî dikir, wêneyê wê hatin girtin. Merkel û Sauer li oteleke li bajarokê Sant'Angela d'Ischia yê bajarê Napolî yê Îtalya diman û dema di hewûzê de melavanî dikir, wêneyên wê yên bi mayo hatin girtin.  

Sala borî jî wêneyên Angela Merkel ên bi mayo ve hatibû girtin.