Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Serokê Katelonyayê: Em ji kurdan fêrê berxwedanê dibin

Ji aliyê Zinar Şîno 1-10-2017
Serokê Herêma Katelonyayê Charles Puigdemont

Barcelona (Rûdaw) - Serokê Herêma Katelonyayê Charles Puigdemont derbarê referandûma herêma xwe de ragihand, ku ji bo zelalkirina encaman herî kêm 5 roj pêwîst in û piştî eşkerebûna encaman dê di nava 48 demjimêran de serxwebûna xwe ragihînin.

 

Serokê Herêma Katelonyayê Charles Puigdemont di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa pêvajoya referandûma katelanan kir.

 

Charles Puigdemont got: “Ji bo ragihadnina encamên fermî herî kêm 5 roj pêwîst in. Piştî ku dengê belê biserket, di heyama 48 demjimêran de emê serxwebûna xwe ragihînin û dest bi qonaxa guhertinan bikin.”

 

Derbarê kurdan de Puigdemont diyar kir: “hindek tiştên neteweya kurd û katelonî dişibin hev. Mafê herdu neteweyan jî heye çarenivîsa xwe diyar bikin. Hikûmeta Iraqê û ya Îspanyayê qet rêz li hember mafên me nagrin. Ez dixwazim ji we re bêjim, ku gelê kurd ne bi tenê ye. Em ji kurdan fêrê berxwedanê dibin. Tene paşerojeke herdu neteweyan heye, ku ew jî azadî ye. Bi riya vê azadiyê herdu gel bira ne.”

 

Di berdewama hevpeyvînê de Serokê Herêma Katelonyayê spasiya piştgirî û dostaniya kurdan kir û wiha axivî:

 

“Kurd neteweyekî pir bi hêz e û spasiya piştgirî û dostaniya wan dikin. Ji ber pêngava referandûmê em wan pîroz dikin. Em li gel kurdan bira ne û ji bo heman armancê têdikoşin, ku ew jî azadî ye. Herdu netewe jî bi riya dengdanê dixwazin li ser paeşroja zarok û gelên xwe biryarê bidin. Di salên li pêşiya xwe de emê bikarin bêjin ku em paşeroja xwe ava dikin û bûne du neteweyên serbixwe.”

 

Herêma Kaelonyayê roja 1ê Cotmehê, wate îro ji bo qonaxeke nû gav diavêje. Serkirdetiya siyasî ya Katelonyayê biryar daye hevşêweyê Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandûmê bike û bi vî awayî xatirê xwe ji Madrîdê bixwaze.

 

 

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 6 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 10 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 9 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 11 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.297 seconds