Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Xelkê Moskowê hatina werza payîzê pîroz dikin

Ji aliyê Kamîz Şedadî 1-10-2017
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Li navenda Moskowê, li ber Meydana Sor dîsa şahi ye. Xelkê Moskowê hatina werza payîzê pîroz dikin

 

Meydana sereke ya paytexta Rûpsyayê bi rengên zer û, sor û narincî, bi berhemên bistanan hatiye xemilandin.

 

Îro ne cejn e, ne jî rojeke ji rojên neteweyî ye. Îro, şêniyên Moskowê hatina werza payîzê pîroz dikin. Îsal li Moskowê Payîz rûyê xwe yê sar zû nîşan dide. Roj êdî xuya nake. Ewrên tarî rûyê asiman girtine. Lê belê li kolanên Moskow germahiyeke heye. Keç û xortên rûs bi kincên neteweyî stranan dibêjin, govend digerînin.

 

Şêniya Moskowê ya bi navê Anastasiya ji Rûdawê re wiha got: “Ev Festîval bi rastî jî avhewayeke cejnane saz dike. Hatina Payîzê, di rastiyê de dive nebe sedema xemgîniyê. Berovajî, dive kêfa me bilintir be û em bi jiyanê şa bibin. Dive em ji ber çûyîna havînê xemgîn nebin, lê geşbîn bin, ji ber ku li pêşiya me serê salê heye. Pê re jî derfetên nû, jiyanke nû li pêşiya me ye."

 

Şêniya Moskow Irina jî got: “Her tişt gelek ciwan e. Min îro gera xwe ji Çerxa Felekê dest pê kir û yekser zarotiya min hat bîra min. Herçend di zarotiya me de ewqas ciwan ne bû. Lê dîsa jî kêffa me gelek bilind bû."

 

Kundir bûye sembola şahiya werza payîzê. Dîzaynerên rûs hewil dane, hunera xwe li ser vê berhema bistanê raxin ber çavan.

 

Geştiyarên ji Sîbîrya û ji Bakûrê Rûsyayê bi çavên xwe bawer nakin ku ew ciwaniya li dor wan, hemû ji berhemên siruştî hatine afirandin.

 

Geştiyarê ji Sîbîrya Peter jî diyar kir ku  ew cara yekemîn e ku ciwaniyke weha dibînim. Bê guman, li cem me Sîbîryayê mirov nikare rengiyeke wisa bibîne. Her tişt bir nûwaze ye. Min pir bi kêfxweşî temaşe li her tişîtî kir û wêneya wan girtin."

 

Geştiyara ji bakûrê Rûsyayê Svetlana jî ragihand: “Em ji Bakûr hatine. Em hatine gerê. Lewma jî, ji bo me her tişt dibe jêdera hestên pozîtîv. Hatina me ya Meydana Sor jî bû şansek. Em gelek kêfxweş in, avhewa gelek dilxweşker e."

 

Li Moskowê êdî kevneşopîyek, nêrîtek çêbûye. Destpêka her werzê, an ku her danê sale, hemû meydan û kolanên bajêr li gorî wê demsalê tê xemilandin û li tevaya bajêr avhewayeke cejnane tê sazkirin. Festîvala Payîza Zêrîn jî dê du heftiyan berdewam bibe û tê payîn ku 12 mîlyon kes dê serdana van şahiyan bikin.

721 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.469 seconds