Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ji Rûdawê re behsa rewşa êzîdiyên Şingalê dike

Ji aliyê RÛDAW 3-8-2014
Mîr Tehsîn Beg
Mîr Tehsîn Beg

Almanya (Rûdaw)- Mîrê êzîdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg ragihand ku kurdên êzîdî ji ber şerê DAIŞê di rewşeke xirab de dijîn. Mîr Tehsîn Beg ji Barzanî jî xwest, rê bide kurdên êzîdî bixwe çek hildin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, ku niha li Amanyayê ye, bi telephone li ser rewşa êzîdiyên Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, êzîdî niha di rewşeke xirab de ne û zulmek mezin li wan tê kirin. Êzîdî hemû çûne çiyê û hêzên Pêşmerge jî reviyan.”

Mîr Tehsîn her wiha ragihand, di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye rê bide da ku kurdên êzîdî bixwe çek hildin û wiha got: “Lê heta niha ti kesî bersiva me nedaye û êzîdî bi tenê mane.”

Mîrê êzîdiyên cîhanê anî ziman ku çekdarên DAIŞê ketine herêma êzîdiyan û rewşa xelkê jî gellekî xirab bûye û wiha axivî: “Ji ber wê jî min ji Serok Barzanî xwest girîngiyê bide Şingalê û çek û cebilxanê bidin xelkê wir.”

Mîr Tehsîn Beg di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku wî îro ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Iraqê û dewletên cîhanê kiriye bi hawara kurdên êzîdî ve herin û wiha pêde çû:

“Êzîdî niha di rewşek xirab de ne û em dixwazin ev rewş were çareserkirin. Pêşmerge derbasî wê deverê bibin û me ji vê rewşê derbixin ji ber ku DAIŞê dê her kesî bikuje. Ew serê zarokan jêdikin, jinên me ji xwe re dibin. Bi giştî rewşa Şingalê pir xirab e.”

Mîr Tehsîn Beg da zanîn ku ew ji ber nexweşiyê çûye Almanya û got, eger rewşa tenduristiya min baş ba ezê beriya sê mehan vegeriyabam Şingalê û min dê ew der biparast û ezê bi gelê xwe re bam. Ez îro ji nexweşxanê derketim. Du roj berê ez neştergerî kirim. Ez nexweş im nexwe diviya niha ez li nav gelê xwe de bam. Eger gelê min hat kuştin bila ez jî bêm kuştin.”

Mîrê êzîdiyan her wiha ragihand ku kurdên êzîdî yên li Ewropayê dijîn jî ji ber rewşa êzîdiyên Başûr xemgîn in ji ber wê jî hinek civîn li dar xistin û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon, Serokê Amerîka Barack Obama û serokên welatên Ewropayê xwestin alîkariya kurdên êzîdî bikin. Ji ber ku êzîdî di bin gef û tehdîdek mezin de ne. DAIŞ jinan dibin û zilaman jî dikujin.

Şîrove

 
İsmet SARIKAYA | 4-8-2014
Bıla Mesut Barzani rınd bızanbe,eger Şengal bıkeve destı DAIŞ I ,SIR Wé WARE WİYAJİ.70 000 PEŞMERGE JI BONA ÇI ROJİ HATINE PERWARDEGİRİNİ?Roj roja MIRIN u hiştinéye.Gelémeyi eZDİ SİNORI KOMGUTİYEDANE.Yék dıvéje ez Kurdım,gerek Şengalı bıve xuyi.Şengal Kurdistane.Waxtak u Şengal bıkeve destı DAİŞ é,BIZANBIN BAŞU U ROJAVA J JI DEST DEDIKEVE.PYG U PKK GEREK LEZGİNBIBI.Biji PKK,Biji PYG.
Ferhun Kurt | 4-8-2014
Bila Gelê Kurd teva zanibê kû Şingal ne bi tenê cih û warê Êzîdîya ya. Şingal keleha mêrxasê qawmê Kurda. Şingalê bi hezarê sala Netewa Kurd bi xwîna xwe di sînga Xwedê heta ev roj paras. Heger Şingal bi temamî bikevê destê misilmaniyê hinga Kurdistan wê bibê Afganistana duyemîn li Cihanê û Şingal bi xwe we bikevê dewsa Qandeharê. Ber Kurd bi tevahî zanibin kû Êzîdî îro taştê bin Îşev Kurd teva şîvin. Banga me ji hemû Cihanê re heya û em hawara xwe gihînin hemû Öl, Netew, Siyasetê Cihanê kû îro ew bên hawara me Êzîdîyava û me Ciftci destê van Terrorisan azad bikin. Silav û rêz Ferhun Kurt
Gino LOBARO | 4-8-2014
Singal Koka kurditiyeye Eger em kurde resen neparezin eme mala xwe xirab bikin SINGAK SIMBOLA KURDAYE Dujmin dubareti kiriye nav me gere em hisyar bin hemu kurd biraye hevin Lstike TIRKA ,ECEMA U EREBA bawer nekin ev her se millet dujmine meye Singal kulilka Kurdistaneye despeka hebuna kurdaye em gere hemu kurd alikariye SENGALE bikin bî kerema xwe li evropaye hemu dine hejmaren bange eskere bikin em alikariye bikin Van birayen me yen kurd hezar sale ji deste ereb tirk u ecemanda pir kisandiye werin em yekin werin em bibin yek , Cudatiye ol u zarafan bihelin bej e BIJI KURDISTAN BIJI PESMERGE KEHREMAN Silav u Rez Gino LOBARO
Nîşankirin :
7623 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Cigdem | 2017-11-17 9:16:03 PM
Zor xweş e, spaa
Nihilîzm di navbera Turgenev û Nietzsche de
| 16-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-17 4:34:34 PM
Kurdino,bizanin hin çi dikin û çi dibêjin.Nênerê Trump Perbirsrarê derbarî karê li dîjî Daişê ye.Ne nûnerê Dadmendîyê û demokratîyê li Îraqê ye.Ema...
McGurk û Berhem Salih civiyan
| 17-11-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 9:59:31 AM
Divê "em" te li Bakurê Kurdistanê derxîn ne tû YPG û PYDê derxî! YPG û PYD li ser Erdê xwe ne, li ser Erdê Bav û Kalên xwe ne, lê tû li ser Erdê...
de | 2017-11-17 2:08:16 PM
naha mesele ne YPG ne ji PYD di saxse wandan dixaze qetliame pek bine ,dibe buka min ,dibe ez kece xwera dibem le tu fambike,erdogan wek mere bila...
Erdogan: Divê em PYD û YPGê ji Efrînê derbixin
| 17-11-2017 | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 6:14:29 AM
"Tirkiye dixwaze Pêywendîyên xwe bi Kurdistanê re baş bike"??!! Piştî wê kû Tirkîyê di gel Îran û Îraqê Dest di nav Destê hev na, Kurdistan dorpêç...
Şener: Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re baş bike
| 16-11-2017 | (1)
0.312 seconds