Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

McGurk: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Hewîceyê bibe

Ji aliyê RÛDAW 5-8-2017
Brett McGurk
Brett McGurk

Washington (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk diyar kir, ku dê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona kontrolkirina Hewîceyê bibin. McGurg derbarê Reqayê de got, ji sedî 45ê bajêr ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, li Washingtonê di civîneke çapemaneniyê de ragihand, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê axiviye.

 

McGurk da zanîn di pêwendiyên telefonî de mijarê operasyona kontrolkirina Hewîceyê û beşdarbûna hêzan hatiye nirxandin û herwiha hatiye gotin, ku dê pêşmerge beşdarî operasyonê bibe.

 

Brett McGurk daxuyakirin, ku ji destpêka şerê DAIŞê heta niha Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de rahênan bi 100 hezar endamên hêzên ewlekariya Iraqê û herwiha 50 hezar endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.

 

Derbarê rewşa Iraqê de jî McGurk got: “Operasyona Mûsilê bidawî bûye. niha kar li ser ji nûve avakirina bajêr û vegera koçberan tê kirin.”

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de derbarê Reqayê de ragihand: “Heta niha ji sedî 45ê bajêr hatiye kontrolkirin. Nêzîkî 2 hezar terorîstên DAIŞê li bajêr mane. Ji niha ve plana piştî kontrolkirina Reqayê hatiye amadekirin.”

 

780 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Shah Islam muhammed rewssul ahmed. | 2017-09-24 8:13:39 PM
Zirar nebe, dêy sibey asmana Kurdistan bi tevayî ji Rojhilata Kurdistan heta Bakur. Rojava tevî ji FARIZAN re xedexebet.... inca gelo ji Iran Kurd...
Îranê esmanên xwe ji bo Başûrê Kurdistanê girt
| 16 demjimêr berê | (1)
Namdar | 2017-09-24 7:33:36 PM
Silaw û her Silaw bi rêz Qubad, dest xeswh, dengî xwesh her bijî ji hem peyyamê zelal û ji bo paraztinê mafa me Kurd û Kurdistan, lewê Kurd û...
Qubad Talebanî: Çavê hemû cîhanê li Kurdistanê ye
| 10 demjimêr berê | (1)
Shwan | 2017-09-24 7:31:57 PM
Linki dangdan
Goranê biryara xwe da
| 9 demjimêr berê | (1)
Emirşah Kahraman | 2017-09-24 4:06:26 PM
Kijan rêxistin, partî û tevger li hember Giştpirsiyê be wê bendê xwe bixwe bikşîne...
FLAŞ - Komela Îslamî piştgirî da referandumê
| 12 demjimêr berê | (1)
0.484 seconds