Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Referanduma Kurdistanê li ser maseya Koşka Elysseeyê

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di mîtîngeke referanduma serxwebûna Kurdistanê de.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di mîtîngeke referanduma serxwebûna Kurdistanê de.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û civîna navbera her du serkirdeyan dest pê kir.

 

Serokwerzîrê Iraqê Heyder Ebadî tevî şandeke pilebilind gihişte Parîsê û ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron civiya.

 

Heyder Ebadî berî demekê gihîşt Koşka Elysseeyê û ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, civîna navbera Ebadî û Macron dest pê kir.

 

Li gora wan zanyariyên ku ji Parîsê ketine destê Rûdawê, mijara sereke ya civîna di navbera Ebadî û Macron de dê referanduma Başûrê Kurdistanê be, tevî ku bi awayekê fermî ev yek nehatiye ragihandin.

 

Fransa dixwaze rola navbeynkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bilîze, ku ji ber encamdana referanduma serxwebûnê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyên navbera her du aliyan gelek aloz bûne.

 

Ev serdana Ebadî li ser vexwendina Serokomarê Fransa Emanuel Macron e û li gorî daxuyaniya koşka Elysseeyê şerê DAIŞê û piştevaniya Fransa bo Iraqê dê di civîna navbera serkirdeyên her du welatan de bihêne gotûbêjkirin.

 

Herwiha li gorî daxuyaniyeke ofîsa Serokwezîrê Iraqê di dema wê seredana de dê gotûbêj di derbarê pêşxistina peywendiyên navbera herdu aliyan de, şerê li dijî DAIŞê û piştevaniya Fransa bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bihê kirin.

 

Di heman demê de rewşa aborî ya Iraqê, beşdariya zêdetir a kompaniyên Fransayê li Iraqê, ezmûna Fransa û hewlên dubare vegerandina ewlehî û avedankirina bajarên kontrolkiriyên Iraqê jî dê di vê seredanê de ji aliyê rayedarên her du welatan ve werin gotûbêjkirin.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.75 seconds