Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Şah Selman û Putin îro li Moskowê dicivin

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Şah Selman duh bi serdanekê gihîşt Rûsyayê.
Şah Selman duh bi serdanekê gihîşt Rûsyayê.

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare îro Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman li Moskowê li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin bicive û tevî gotûbêjkirina peywendiyên aborî yên di navbera herdu welatan de, biryar e ku li ser mjarên Sûiryê û Îranê jî gotûbêj bikin,

 

Şah Selman ku ji dema bi dest girtina desthilatê ve cara yekem e serdana Rûsya bike, duh di çarçoveyeke serdaneke fermî de gihîştibû Moskowê.

 

Di vê serdana Şah Selman a bo Rûsyayê de tê çaverêkirin, ku Siûdiyê û Rûsya girêbestekê di warê enerjiyê de bi buhayê yek milyar dolarî îmza bikin.

 

Ew yek di demekê de ye ku Waşignton û gelek welatên din ên cîhanê bi hurî serdana şahê Sûdiyê bo Moskowê dişopînîn.

 

Erebistana Siûdiyê weke hevpeymanê qedîmî yê Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn tê naskirin û zêdetirî  70 salan e ku her du welat di nava hevpeymaniyeke bihêz de ne.

 

Pêştir Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di sala 2007 de serdana Siûdiyê kiribû, lê ji hingê ve heta niha Şahê Siûdiyê ku hingê Şah Ebdullah bû, serdana Moskowê nekiribû û ev cara yekem e ku serdana wî welatî dike.

 

Li gor gotina şirovekaran seradna Şahê Siûdiyê bo Moskowê dê bandorê li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî bike.

 

Heta niha nêrîna herdu welatan li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê erînî bûye û dijatiya wê proseyê nekirine.

 

620 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.687 seconds