Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Macron: Divê mafê Kurdan were dan!

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de li Parîsê.

Parîs (Rûdaw) – Serokê Fransa Emmanuel Macron piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku welatê wî li gel yekparçeyiya Iraqê ye, lê belê divê mafên kurdan jî were dan.

 

Emmanuel Macron îro li Koşka Elysseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şanda pê re kir, ku bi serdaneke fermî li Parîsê ye.

 

Piştî timambûna hevdîtinê, Macron û Ebadî beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

 

Serokê Fransa di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, Fransa li gel yekparçeyiya Iraqê ye, lê belê divê mafên kurdan jî werin dayîn.

 

Emmanuel Macron got: “Di heyamên bihorî de me gelek caran bi rêya telefonê pêwendî li gel Serokwezîrê Iraqê encam daye û me mijara referandumê gotûbên kiriye.”

 

Macron derbarê referanduma Kurdistanê de da xuyakirin: “Referanduma Herêma Kurdistanê nepiştrastiyeke rasteqîn li Iraqê çêkiriye, berî encamdanê jî me gotiye, ku em iraqeke yekgirtî û bihêz dixwazin, hevdem Fransa pêwendiyeke dostane ya bihêz li gel kurdên Iraqê heye û pêwîst e îtîraf bi mafên Kurd were kirin.”

 

Macron amaje bi wê yekê jî kir, ku Parîs amade ye navbeynkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan.

 

Şîrove

 
Fazildar | 5-10-2017
Gelo kes nebu jî dirindeya Abadî bipirset, te nanê û Qut à Kurdan birray, te gellê Kurd ji jiyan kawilkarîde hisht, tê rêz li ber mafe gel Kurd û Kurdistan û Kurdistanîyan nagrey, ke gelo çi meshuruyetîya te ma ...! kesê ku nazanet rêz li ber mafa çarenuwsê bigrey, gelo tê ji niha û pêda rêz li ber çi bigrey.... hahahahah ev yek, ne hewcayet helbijartin ku hun ji nujkanve xwe bidin helbijartin... çima hun xwe bey helbijardin nakin endamen hetaheta...`! rezilan....her Ciqas tekosheraneyi General de Gaule çi bet ji bo Fransawîyan, referandoma Kurdistan hatî dayin ew e ji bo me KUrdan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.875 seconds