Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - Êş û derd ji ser û çavê wan xuya dibe

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
1190 hatiye dîtin

Bengiladiş (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê li ser sînorê navbera Burma û Bengiladişê bi wêneyan rewşa jiyana musilmanên aware yên Rohîngyayê dide ber çavan.

 

Di wêneyan de rewşa xirab a jiyana wan, birçîtî, êşkence û êş li ser rûmet û bedena zarok û jin û kalan de tê dîtin.

 

Zarokek di nava wan awareyan de, destê wî ji aliyê pizîşkan ve hatiye birîn, piştî ku ji ber şewitandina mala wan ji aliyê Bûiyan ve her du destên wî jî şewitîbûn û pizîşk neçar bûn destekê wî bibirin. Ew zarok li gel dayik û du birayên xwe di kampekê de ne, lê belê bavê wan hatiye desteserkirin û çarenivîsa wî nediyar e, her çend ku piştrats in ew hatiye kuştin.

 

Şanderê Rûdawê li ser sînorê Burma û Bengiladişê dibêje, rêxistinên navdewletî nekarîne weke pêwîst hevkariya awareyan bikin, beşek ji zarokan bê pêlav û cilûberg in, ew yek ji bilî ku li herêmê nexweşiya Kolêrayê belav bûye û ava paqij jî bi hêsanî dest nakeve.

 

Musilmanên eyaleta Arakan (Raxîn) a Burmayê  ji ber ola xwe ji aliyê Bûdiyên tundrew û artêşa Burmayê ve tên kuştin.

0.172 seconds