Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ebadî û Macron li ser referanduma Kurdistanê çi gotin?

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Emmanuel Macron û Heyder Ebadî konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwêzîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser çend mijaran ku têde referanduma serxwebûna Kurdistanê jî hebû, civiyan. Macron daxwaz kir, ku Iraq yekparçe bimîne û mafên Kurdan jî bi tevahî werin dayîn. Herwiha Ebadî jî ji hêzên Pêşmerge daxwaz kir ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, di bin fermandariya Iraqê de bixebitin.

 

Piştî civîna îro 5ê Cotmeha 2017an Serokwêzîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn.

 

Di konferansê de Emmanuel Macron behsa pêwendiyên Iraq û Fransayê kir û di derbarê Kurd û Herêma Kurdistanê de jî qala referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlonê kir ku zêdetirî ji sedî 92ê dengderan deng dabûn serxwebûna Kurdistanê û cihêbûna ji Iraqê.

 

Macron di axavtina xwe de diyar kir: “Îro rewşa Iraqê asayî nîne, çimku hêj operasyona dijî DAIŞê li Hewîce û Enbarê berdewam e, referanduma Kurdistanê nepiştrastî û aloziya rasteqîn derxistiye holê. Herwiha Serokomarê Berê yê Iraqê û serkirdeyê dîrokî Celal Talebanî koça dawî kir.. li gel vê yekê jî (Serokwezîrê Iraqê) li gel çend wezîran hatine vê derê, loma em bi germî pêşwaziya we dikin.”

 

Emmanuel Macron bal kişande ser pêwendiyên Fransa yên li gel Kurdan û got: “Min li gel cenabê serokwezîr jî aşkere kir ku Fransa dixwaze li Iraqê aştiyeke niştimanî were pêkanîn. Ango bila rêveberiyeke hebe ku armancên wê diyarkirî bin û bersiv bide daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê, di nav wan de jî Kurdên Iraqê ku pêwendiyên dostane yên Fransayê li gel wan hene.”

 

Macron: Em dixwazin li Iraqê aramî, yekparçeyî û hikûmeteke bihêz hebe

 

Li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê jî Serokomarê Fransayê Macron diyar kir: “Li Herêma Kurdistanê referandumek hate kirin, Fransa hestiyar û bi kelecan bûye li hember rewşa Kurdan, lê belê em dixwazin bi bîra we bixin ku li ber pêkanîna wê giştpirsiyê jî, me got li Iraqê em aramî, yekparçeyî û hikûmeteke bihêz dixwazin. Loma pêwîst e hefteyên dahatû diyalog werin kirin li ser yekparçeyiya Iraqê û em daxwaz dikin ku mafên Kurdan di çarçoveya Destûrê de werin nasîn. Tenê rêyek heye, ew jî rêya rêzgirtina li mafên xelkê ye, em jî dixwazin di vê rêyê de li gel we bin.”

 

Macron pesnê parastina ewlehiya herêmê kir piştî pêkanîna giştpirsiyê û got: “Giştpirsiya ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû diyarkirin û di 25ê Îlonê de hate encamdan, aloziya siyasî derxist holê. Di roja piştî giştpirsiyê de min bi serokwezîrê Iraqê re pêwendî kir û min got diyalog rêya yekane ye jib o çareseriyê. Bi rastî destxweşî li dikim ku heta niha rewş aram e.”

 

Di dawiya axavtina xwe de li ser referanduma Kurdistanê Emmanuel Macron diyar kir: “Eger hikûmeta Iraqê bixwaze, hikûmeta Fransayê dê bi awayekî çalak li gel wan hemahengî bike. Li vir destxweşî li Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis dikim ji ber destpêşxeriya wî û em amade ne di hefte û mehên dahatû de alîkarî bidin.”

 

Ebadî ji Fransayê daxwaza alîkariyê kir

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî aşkere kir: “Dijminê me yê hevbeş heye. Herwiha peywireke me ya hevbeş heye di parastina aştî û aramiya herêmê de. Fransa jî bi pêwendiya xwe ya ku li gel Iraqê heye, dikare roleke giring bilîze di alîkariya bicihkirina aramî û asayişa Iraqê û herêmê de.

 

Heyder Ebadî jî di konferansa rojnamevaniyê de li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir: “Referanduma li ser cihêbûnê, ji Destûrê derketin û yekdengî ye û me red kiriye. Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê û Parlemento biryar dane ku ev referandum nedestûrî ye û ne rast e. Em bi hevwelatiyên xwe yên Kurd şanaz in. Çimku Iraq ya hemû iraqiyan e û Destûra Iraqê bal dikşîne ser mafên hemû hevwelatiyan. Li Iraqê ji hevwelatiyan pilebendî tine ye. Çimku ev dewlet e û peywira hikûmetê xizmeta hevwelatiyên Iraqê ye. Ev siyaseta hikûmeta me ye, ji ber vê hemû deverên me li Iraqê hatine kontrolkirin.”

 

Ebadî: Ji Pêşmerge daxwaz dikim ku bibin beşeke hêzên niştimaniya Iraqê

 

Heyder Ebadî di dawiya axavtina xwe de ji hêzên Pêşmerge daxwaz kir, ku bibin beşeke hêzên niştimaniya Iraqê û got: “Ez bang li hêzên Pêşmerge dikim ku li gel me kar bikin. Çawa ku me bi hev re Mûsil kontrol kir, ji hêzên Pêşmerge daxwaz dikim ku li deverên nakokî jî li gel hêzên Iraqê û di bin fermandariya hêzên navendî kar bikin, da ku ewlehiya hevwelatiyan misoger bikin. Herwiha ji bo ku cardin aramî vegere herêmê. Ez bang li her kesî dikim ku em rûbirûbûneke çakdarî naxwazin. Em ti şer û pevçûn naxwazin. Lê divê desthilatdariya hikûmeta navendî were bicihkirin û nabe ti kesek li herêmê destdirêjî bike ser hêzên hikûmeta navendî. Ji Pêşmerge daxwaz dikim ku bibin beşeke hêzên niştimaniya Iraqê û di bin fermandariya Iraqê de bin û li gel wan hêzan kar bikin ji bo bicihkirina desthilatdariyê li wê herêmê.”


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şivan | 2017-10-17 10:21:31 PM
Derevo dike segbab.
Dillon: Em agahdar nînin ku Heşda Şeibî yan Supaya Pasdaran beşdarî êrişa Kerkûkê bûbin
| 8 demjimêr berê | (1)
mikaili | 2017-10-17 9:14:51 PM
bikujin ,eger we nekusht,ewe we bikujjin.tola kerkük hilgirin.
Li Bendava Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
| 8 demjimêr berê | (1)
Star GERILLA, amed | 2017-10-17 4:18:15 PM
Barzani qat birnaka, Tu seroke Hamo kurdani! Bas seri xwe bilind bigira!!!! EM ji buna xelki kurd cane xwe siper bikini!!!! NAMUSE KURDA B...
lolozano | 2017-10-17 8:14:53 PM
Ewên ku bi şert xweztine,û gotine em Gişpirsîya serxwebûna Kurdistanê,bê Kerkukê,qebûl nakin,ewana dibêjin,heger Giştpirsî li Kerkukê nehata kirin...
Barzanî: Tişta ku li Kerkûkê qewimî encama biryara yekalî ya hin kesan bû
| 14 demjimêr berê | (3)
de | 2017-10-17 5:42:42 PM
dijmine bavan nabe doste lawan.aqile xwe topi sere xwe bikin, dibe hemu servanen kurdistane bibin yek u namusa kurdan azad bikin, va tista nahe qebul...
Dr | 2017-10-17 7:51:31 PM
Rudav bu adami bir daha bu kanalda gorursem bir daha sizi takip etmem!
CHP: Tirkiye dikare di navbera Hewlêr-Bexdayê de navbeynkariyê bike
| 15 demjimêr berê | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.531 seconds