Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Endamên Kongresa Amerîkayê piştgirî didin serxwebûna Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Endamê Kongresê Steve King

Hewlêr (Rûdaw) – Piştgiriya siyasetmedar û endamên Kongresa Amerîkayê bo serxwebûna Kurdistanê zêde dibe. Demokrat û komariyên Amerîkayê, serxwebûnê weke mafê Kurdan dizanin.

 

Endamê Kongresê Steve King yek ji wan kesan e ku piştgirî dide hewildanên serxwebûna Başûrê Kurdistanê. King ji Rûdawê re ragihand: “Bi ti awayî, nabe bi ser gelekî ku dixwazin azad bibin dorpêç were kirin. Di nav Kongresê de hewldanên berdewam hene ji bo guherandina nêrîna îdareya Amerîkayê ya li ser referandumê.”

 

Endamê Kongresê Steve King, welatên Iraq, Tirkiye û Îranê hişyar dike ku di îhtîmala bikaranîna hêzê li dijî Başûrê Kurdistanê de Amerîka dê bêdeng nemîne.

 

King ji Rûdawê re diyar kir: “Li gor min yek ji wan tiştan ku dê guhertinek pêk bîne ew e ku eger Tirkiye yan welatekî din ê cîranê Kurdistanê hêzên leşkerî li dijî Kurdistanê bi kar bîne, her karekî leşkerî weke êrişeke dijminahiyeke mezin dê were dîtin û dê bibe sedema guhertina helwesta Amerîkayê. Li ser wan dorpêçan jî, nabe xelkekî ku dixwaze azad bibe were cezakirin. Ev li dijî nirxên Amerîkayê û berjewendiyên me ye. Loma divê ew dorpêç were rakirin.”

 

Steve King ji ber helwesta Wezareta Derve ya welatê xwe ya di derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de nîgeran e û dibêje: “Ew hejmara ku min dît ji sedî 92ê Kurdan deng dane ji bo dewleteke serbixwe, bi baweriya min baştirîn derfet bû ji bo hikûmeta Amerîkayê û Wezareta Derve, herî kêm piştgiriyek li xelkê azad bikin ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe. Ez nîgeran im ku ev ji aliyê Wezareta Derve ve diqewime. Hêvîdar im çavekê li viya jî bidin. Hewldanên Steve King û endamên din ên Kongresê ji bo guherandina helwesta rêveberiya welatê xwe berdewam e.”

 

Endamê Kongresê Steve King aşkere kir, ku di çend rojên debasbûyî de çendîn car pêwendî bi Wezareta Derve kiriye û biryar e di çend rojên dahatû de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li ser referanduma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek bide.

 

Piştî birêveçûna referanduma Başûrê Kurdistanê, Amerîka û welatên herêmê li dijî referandumê sekinîn. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di helwesta xwe ya dawî de gotibû: “Amerîka referanduma yekalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nake. Dengdan û pêkanîna wê, ne rewa ye û em piştgiriya xwe ya ji bo Iraqeke yekparçe, federal, demokrat û pêşketî didomînin.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser vê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê bersivek da û ragihand: “Em ji daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê nîgeran in û hêvîdar in ku di rojên dahatû de Amerîka vê helwesta xwe li ber çavan derbas bike.” 

Şîrove

 
Nizam | 5-10-2017
dest xwesh gellek û her gellek sipas.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.532 seconds