Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîrên Derve yên Rûsya û Erebistanê li ser Sûriyê gotûbêj kirin

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Konferansa rojnamevaniyê ya Wezîrên Derve yên Rûsya û Erebistana Siûdî
Konferansa rojnamevaniyê ya Wezîrên Derve yên Rûsya û Erebistana Siûdî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên Derve yên Rûsya û Erebistana Siûdî civînek pêk anîn û piştî civînê ragihandin, ku hikûmetên welatên wan dixwazin peywendiyên dualî geş bikin û herwiha aşkere kirin, ku di civînê de li ser guhertinên Rojhilata Navîn axivîne.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  amaje bi wê yekê kir, ku di civînê de li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr li ser guhertinên Rojhilata Navîn axivîne û ew jî rewşa Sûriye, Iraq, Yemen e û pirsgirêka navbera Filistîn û Îsraîlê ye.

 

Herwiha Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr jî ragihand, ku herdû welat li ser wê yekê heman tiştî difikirin ku serweriya welatan were parastin, rêz li yasayên navdewletî were girtin û di karûbarên navxweyî yên welatên din de destwerdan neyê kirin.

 

Civîna herdû Wezîrên Derve yên Rûsya û Erebistana Siûdî di çarçoveya wê civînê de ye ku şanda Erebistana Siûdî bi serokatiya Şah Selman li Rûsyayê pêk tîne.

 

Sergey Lavrov aşkere kir: “Şah Selman bi awayekî erênî li hewldanên ku ji bo çareseriya pirsa Sûriyê yên di çarçoveya Astanayê de dinêre. Li hember wê jî Rûsya piştgirî li hewldanên Şahnişînê Siûdiyê dide ji bo yekxistina opozîsyona Sûriyê bi mebesta pêkanîna diyalogê li gel hikûmetê. Ev jî li gor biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ye.”


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.578 seconds