Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Rûsya: Hêzên Kurdî bajarê Til Rifetê vala kirin

Ji aliyê Rûdaw 6-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Departmana Operasyonên Sereke di Serfermandariya Rûsyayê de, Sergey Rudskoy ragihand, YPG û hêzên Kurdî ji bajarokê Til Rifetê vekişiyane û hêzên hikûmeta Sûriyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li deverê hatine bicihkirin.

 

General Sergey Rudskoy îro çarşembiyê di konfransekê rojnamevaniyê de got, ji bo ku pevçûn di navbera hêzên kurdî û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de çênebin û rê li çêbûna şer were girtin, ji aliyê Rûsyayê ve herêma kêmkirina aloziyan (herêma hêmin) li Til Rifetê hatiye avakirin.

 

Rudskoy di vê bareyê de got: “Bi armanca ku şer û pevçûn di navbera hêzên Artêşa Sûriyeya Azad, li bakurê Sûriyê hatine bicihkirin, û hêzên Kurdî de çê nebe, li Til Rifetê Herêma Hêmin bi hevakriya Navenda Şopandina Agirbestê û Lihevhatinê ya Rûsyayê hat avakirin.”

 

Generalê Rûs herwiha aşkere kir, ku hêzên Kurdî (YPG û HSD) ji bajarokê Til Rifetê vekişiyane û li şûna wan hêzên hikûmeta Sûriyê bicih bûne.

 

Wî berpirsê leşkerî yê Rûsyayê diyar kir, wan bi xwe rê daye artêşa Sûriyê ku li şûna hêzên Kurdî li Til Rifetê bicih bibin.

 

Serokê Departmana Operasyonên Sereke di Serfermandariya Rûsyayê de tekez kir, ku ji bo rûnedana ti alozî û pevçûnan, hêzên polîsê leşkerî yê Rûsyayê jî li herêma Til Rifetê hatine belavkirin.

 

Sergey Ruskoy got: “Hêzên hikûmeta Sûriyê cihê hêzên Kurdî girtin, ku ew navçe bi cih hîştin. Herwiha ji bo ku pevçûn çê nebe û agirbest berdewam be, polîsên leşkerî yê Rûsyayê li Herêma Hêmin hatin belavkirin.”

 

Rudskoy amaje bi êrişên Rûsyayê bo ser çekdarên DAIŞê jî kir û got, wan di heyama du heftiyên bihorî de 83 wesayitên zirhî û 200 otomobîlên DAIŞê bi çekên giran têk birine û 1200 çekdarên DAIŞê jî kuştine.

 

Generalê Rûs wiha axivî: “Di du heftiyên bihorî de firokeyên cengî yên Rûsyayê 1 hezar û 417 caran firîne, 2 hezar û 687 êrişên esmanî bo ser fermande û karwarên çekdarên encam dane, 83 wesayitên zirhî û 200 otomobîlên ku Duçka û çekên giran li ser bûn, çend mûşek û tophavêj, tevî 1200 terorîst hatine jinavbirin.”

 

Sergey Rudskoy  di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir, ku sekinandina şer li wê herêmê bûye sedem ku rewşeke aram li wê herêmê peyda bibe û xelkê bajarokê Til Rifetê vegerin ser malên xwe.

 

Alên Amerîka û YPGê li sînorê Girê Spî hatin rakirin

 

Ji aliyekê din ve û li gor medyayên Tirkiyê, alên Amerîka û YPGê ku berê li ser avahiyên bajarokê Girê Spî hatibûn hildan û ji Kaniya Xezalan a ser bi Ruhayê ve xuya dikir, hatine daxistin.

 

Beriya çar mehan jî bi sedema ku ew herdû al ji ber bayê xurt qetiyabûn, hatibûn daxistin û piştre yên nû li şûna wan hatin hildan.

 

Lê heta niha nayê zanîn ka vê carê sedema daxistina her du alên Amerîka û YPGê li ser avahiyên Girê Spî çî ye.

 

Piştî bombebarana Çiyayê Qereçoxê li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve û zêdebûna aloziyên di navbera YPGê û Tirkiyê de, hêzên Amerîkayê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê hatibûn bicihkirin û herwiha li çend xalên sînorî yên weke Girê Spî, Serê Kaniyê û Kobanî alên Amerîkayê li kêleka alên YPGê hatibûn hildan.

Şîrove

 
Bernas | 6-9-2017
Ez bixwe her tim dibêjim, û va nûçeya j'i tasdîk dike: Bi destûr û hêza Rûsa desthilata B. Esad li ser hukum e. Aha, niha li ser xewtina Rûsya YPG bajarê di dest xwe de, didin Rûsya ango B. Esad. Bo vê jî ji dahatûn û qedera Kurdan Rûsya yeka-yek berpirsîyar e. Divê Kurd vê bizanin, bibêjin û bigehêjîn in desthilat Rûs.
1425 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 17 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 16 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.594 seconds