Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Neteweyên Yekgirtî li ser Heşda Şeibî biryar da

Ji aliyê Majeed Gly 6-10-2017
Kerkûk
Kerkûk

New York (Rûdaw) – Neteweyên Yekgirtî (NY) rêxistina Heşda Şeibî xiste nava Lîsteya Şermezariyê.  

 

NY her sal derbarê kiryar û binpêkirinên li dijî zarokan di rewşa şer de raporekî belav dike. Di nav raporê de lîsteyeke tê ragihandin, ku navê wê “Lîsteya Şermezariyê” ye.   

 

Di lîsteyê de navê dewlet, alî û rêxistinan ku mafên zarokan binpê dikin, îşkence li zarokan dikin an jî di şer de bikar tînin, cîh digre.

 

Salên derbasbûyî tenê navê DAIŞê li Iraqê di nava vê lîsteyê de bû. Lê îsal navê hêzên Heşda Şeibî jî kete vê lîsteyê.

 

Li gorî rapora NY, di sala 2016ê de zêdetirî 2 hezar zarok di şerê DAIŞê de li Sûriye û Iraqê hatine kuştin, an jî birîndar bûne.

 

Rapora ku ji aliyê Nivîsîngeha Sekreteriya NY ve hatiye amadekirin, diyar dike, tenê di sala 2016ê de, li bajarên Iraqê 229 zarok hatine kuştin, 181 zarok jî birîndar bûne. Ev rapor jî li ser wan amarên li ber dest hatiye amadekirin.

 

Di raporê de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê rexnekirin û tê gotin, ku 172 zarok bi tometa teror û gefa li ser ewlekariya neteweyî di zîndanan de ne.

 

Herwiha rapor amaje bi wê yekê dike, ku di şer de diyardeya îstîsmarkirin û bikaranîna zarokan ji aliyê Heşda Şeibî ve zêde dibe.

 

Hêjayê gotinê ye, ku navendên dîplomasiyê pir giringiyê didin vê rapora NY. Par Erebîstana Siûdî ji ber hebûna navê xwe gef li NY xwaribû û diyar kiribû, ku ew dê hemû alîkariyên xwe ji bo NY bibrin. Li ser vê yekê navê Siûdî ji lîstê hatibû derxistin.

 

Lê îsal careke din navê Siudî û hevpeymanên wê yên şerê Yekemê ketiye lîstê. Ev welat bi kuştina zarokên yemenî tên tometbarkirin.

 

1443 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 8 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.5 seconds