Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Êdî Ala Kurdistanê jî li nav Yekîtiya Gelan bilind dibe

Ji aliyê 6-10-2017
Yaroslavya

Yaroslav (Rûdaw) –  Ala Kurdistanê dê di nava alên 150 neteweyên cuda yên Herêma Yaroslavya ya Rûsyayê li ba bibe.

 

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê hejmareke kurd, ku ji komarên Kafkasyayê berê koçber bûne, li Herêma Yaroslavê ya Rûsyayê bicih bûne. Îro nêzî 12 hezar kurd lê ciwar in, ku piraniya wan êzdî ne.

 

Diyasporaya kurdan jî, wek piraniya  neteweyên cuda, hewil didin pirsgirêkên xwe yên komelî, kulturî  û zimanî di çarçoveya Yekîtiya Gelan a Herêma Yaroslavê de çareser bikin.

 

Parlamenterê Dûma yê Herêma Yaroslavê ya Rûsyayê Mîşa Xalityan di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev cara çaremîn e ez di parlamentoyê de weke nûnerê kurdan têm hilbijartin. Kurdên êzidî li vê herêmê ji bo pêşvebirina karên xwe yên aborî û çandî karên mezin dikin.  

 

Bûyera sereke ya kombûna Yekîtiya Gelan, ku  parlamenterê êzdî yê HDP di Meclîsa Tirkiyê de Elî Atalan, nivîskar Bavê Nazê, nûnerê PDK li Rûsya Xoşevî Babekir, siyazetzan Îkbal Durre jî wek mêvan lê beşdarî dikirin,  pêşkêşkirina ala Kurdistanê bû.

 

Parlamenterê HDPê Elî Atalan jî got: “Cihê kêfxweşiyê ye, ku îro rengê Kurdan jî kete nava al û rengê netewên din. Rengê êzdatiyê jî dikare bikeve nav. Em kêfxweş in hemû netewe û kultûr bi hevre di nava aştiyê de weke bira dijîn.”

 

Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşevî Babekir diyar kir: “Ev 32 sal in ev yekîtî heye lê Ala Kurdistanê lê nebû. Yek ji sedema bilindkirina Ala Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, ku vê referandûmê baweriya Kurdan zêdetir kir. Bilindkirina alê jî piştgiriyeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.”

 

Li Herêma Yaroslavê nêzî 150 neteweyeyên cuda niştecî ne. Rêxistina Yekîtiya Gelan jî  32 sal berê hatiye damezrandin û tê de diyasporayên 25  gelan cih digrin.

2087 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.516 seconds