Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Çima li Berlînê merasîma cenazeyê Mam Celal nehate kirin?

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Celal Talebanî
Celal Talebanî

Berlîn (Rûdaw) – Termê Celal Talebanî îro li Almanyayê bêyî ti merasîmekê, li gor dema Başûrê Kurdistanê di saet 05:20î de ji çavê kamerayan dûr, ji nexweşxaneyê hate derxistin û di saet 05:35ê de jî gihiştine firokexaneyê.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar bû birêvekirina termê Mam Celal ji nexweşxaneyê, bi merasîmekê were pêkanîn û rê bidin dezgehên ragihandinê da ku merasîmê bişopînin û xelkê ku li ber nexweşxaneyê kom bûne, Mam Celal oxir bikin. Lê belê ji ber ku firoke plana xwe ya firînê guherandibû û biryar dabûn ku saetek zû bifirin, malbata Talebanî termê Mam Celal bilez birine firokexaneyê.

 

Dema ku gihiştine firokexaneya li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê, malbata Mam Celal agahdar kirine ku hêj firokevan nehatine firokevaneyê. Li ser vê yekê polîsê Almanyayê hatine agahdarkirin û derketiye holê ku firokevan di xew de mane û hêj li hotêlê bûne. Piştre firokevan jî gihiştine firokexaneyê û li gor dema Almanyayê di saet 06:00an de û li gor saeta Başûrê Kurdistanê jî di saet 07:00an de firoke rabûye.

 

Berevajî Berlînê, li Firokexaneya Silêmaniyê, ji bo pêşwaziya termê Mam Celal planeke birêkûpêk hatiye danîn.

 

Dema ku termê Mam Celal gihişte Silêmaniyê cenazeyê wî bi ala Kurdistanê hatibû pêçan. Di destpêka merasîmê de sirûda Ey Raqîb û sirûda nîştîmanî ya Iraqê hate xwendin.

 

Di merasîmê de nûner û serkirdeyên partiyên Kurdistanê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Balyozê NY li Iraqê Jan Kubis, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Silliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade ne.

878 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.578 seconds