Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Gotûbêjên aştiya Yemenê li Swêdê tên destpêkirin

Ji aliyê RÛDAW 6-12-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hewldanên 8 mehan, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî karî gereke nû ya gotûbêjên aştiyê bo Yemenê li Swêdê bide destpêkirin.

 

Gotûbêj hevdem in ligel wan rêkeftinên hatine kirin ku rê xweş dikin di navbera herdu aliyên nakok de bawerî çêbibe û derbarê dosyayên aloz de dest bi gotûbêjên xwe bikin. Ev yek jî piştî ku Neteweyên Yekbûyî bersiva mercên Husiyan da daku beşdarî danûstandinan bibin, lê bi baweriya Husiyan heta niha çûna Swêd û hatina aştiyê rêyeke dûr û dirêj e.

 

Siyasetmedarî Husî, Zeyd Irsî derbarê gotûbêjên aştiyê yên li Swêdê de dibêje: “Bawer nakim ev danûstandin bigihin çareseriyeke erênî. Yekem; Ew danûstandin ne ji bo pêkanîna baweriyê ne. Duyem: Ne ji bo mijarên serekî wek rawestandina ambargo û bordûmanên esmanî ne, herwiha ligel çûna şandeyê bordûman zêdetir bûne û şer li hemû eniyan dijwartir bûye, her dem welatê êrîşkar ne ligel çareseriya siyasî ye, hevdem ligel wê bêdengiya civaka navdewletî.”

 

Yemenî bûne du beş, hinek jig era danûstandinên Swêdê geşbînin û bale dikşînin ser hinek tiştên erênî. Hineke din jî reşbîn in û bi baweriya wan wek gerên din çarenivîs her şikest e.

 

Ehmed Dilêmî, welatiyekî Yemenê nêrîna xwe li ser hewlên destpêkirina danûstandinên aştiyê li wî welatî tîne ziman û radigihîne: “Çareseriya siyasî heye, me hinek amaje dîtine, ya herî girîng ji bo çareseriyê veguhestina birîndaran bo Emanê, îmzekirina dosyeya pevguhertina dîlan, garantiya veguhestina şand ji vê derê bi rêya amadebûna balyozê Kuwêtê û hatina Nûnerê Neteweyên Yekbûyî. Evana hemû nîşanên erênî ne û daxwaza zêdetir jî dikin.”

 

Çalakvan, Îbtîsam Mitewekel jî dibêje: “Heta niha mijar e, bibe û bîne ye, hêviya me aştiya bilez û rast e, lê heta niha ev tenê xewn e û dûr e ji karta danûstandkaran dûr e.”

 

Çavdêr tekez dikin, ku di 4 sal temenê şer de gelek guhertin çêbûne, wek guherîna hevpeymaniya navxweyî û derve û dibêjin, vêna jî di warê mirovî de krîz dijwar û aloztir kiriye û hêvîdar in ew danûstandin vekirinekê bi xwe re bînin eger di warê mirovî de jî be.

 

Hemû ewên li Swêdê amade ne û ew xelkên li vê derê jî, bi hêviya mizgîniya aştiyê ne, lê gelo aliyên nakok digihin aştiyê? Gelo ew ger jî ji gerên berî xwe cudatir nabe?

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
0.312 seconds