Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

FLAŞ - Trump daxuyanî da: Min fermana êrişê da

Ji aliyê Sîna Soma 7-4-2017
Donald Trump
Donald Trump
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişa li dijî Sûriyê de daxuyanî da.

Îro înê saet 08:00 bi dema Washingtonê, Artêşa Amerîkayê dest bi êrişeke mûşekî bo ser Artêşa Sûriyê kir.

Di vê êrişê de hin armancên diyarkirî yên li nav xaka Sûriyê bi mûşekên kruz ên balistîk ên Tomahawk hatin hedefgirtin.

Li gorî CNNê, Artêşa Amerîkayê ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 50-60 mûşekên Tomahawk avêtine Binkeya Esmanî ya Elşehîrat ya li parêzgeha Hums a Sûriyê.

Li ser vê êrişê, berî demeî Serokê Amerîkayê Donald  Trump jî daxuyaniyek da.

Donald Trump ku Li eyaleta Florîdayê ye û bi Serokê Çînê re hevdîtin heye, saetek piştî vê êrişê daxuyaniyek kurt da.

Trump amaje bi sedemên êrişê kir û ragihand, Esed bi çekên kîmyayî êrişî jin, zarok û welatiyên bêguneh kir û di wê êrişê de zarok û bebikên sava bûne qurbanî.

Trump got: "Ti ewladekî Xwedê nabe ku rastî wan êş û derdan were."

Trump herwiha got: "Min fermana êrişeke wisa li dijî embarên çekên Sûriyê da. Ev kar ji bo parastina berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên me li deverê ye, da ku pêşî li êrişên kîmyayî yên hevşêwe were girtin. Ev êriş di arasteya berjewendiyên bingehîn ên ewlehiya Amerîkayê de ye."

Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, ku Sûriyê hêlên sor derbas kirine û di encama kiryarên Sûriyê de, krîza koçberan, derketina DAIŞê û gefên cîhanî çêbûne.

Trump bang li welatên cîhanê û alîgirên aştiyê jî kir, ku piştgiriya Amerîkayê bikin. Li ser vê yekê Trump got: "Ez ji hemû welatên cîhanê û alîgirên aştiyê dixwazim, ku ji bo bi dawî anîna wê şerê xwînbar tevlî me bibin."

1554 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.484 seconds