Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Flanders ji ber Kurdistanê li dijî biryarên Bexdayê derket

Ji aliyê RÛDAW 7-12-2017
Serokwezîrê Herêma Flanders a Belcîkayê, Geert Bourgeois.
Serokwezîrê Herêma Flanders a Belcîkayê, Geert Bourgeois.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezêrê Herêma Flanderz a Belcîkayê dilgiraniya xwe li hember biryarên Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê nîşan da û li ser wê yekê nameyeke nerazîbûnê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şand. Geert Bourgeois di vê nameya xwe de ji Ebadî re dibêje: “Ew pêngav bandoreke mezin li xelkê Herêma Kurdistanê dikin.”

 

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Belcîkayê îro Pênşemî 07-12-2017ê  bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Flanders a Belcîkayê, nameyeke serokwezîrê vê herêmê Geert Bourgeois wergirt, ku ji bo Balyozê Iraqê yê li Belcîkayê Cewad Hendawî re hatiye şandin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê ji Nûneratiya Herêma Kurdistanê ve, kopiyeke wê nameyê ji Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re jî hatiye şandin.

 

Di vê nameyê de, Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois ragihandiye: “Ev name bi armanca nîşandana nerazîbûna hikûmeta Herêma Flandersê li hember rêkarên hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê hatiye şandin.”

 

Geert Bourgeois dilgiraniya xwe li hember kêmkirina pişka bûdceya Herêma di sala 2018ê de Kurdistanê û daxistina esmanê Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tîne ziman û dibêje: “Ew pêngav bandoreke mezin li xelkê Heêrma Kurdistanê û şandina alîkariyên mirovî yên ji bo 1,5 milyon awareyên navxweyî ku li Herêma Kurdistanê nîştecih in, dike.”

 

Di beşeke vê nameya xwe de, Serokwezîrê Herêma Flandersê daxwaz dike, ku hikûmeta Iraqê pêdeçûnê bi wan rêkarên li dijî Kurdistanê bike.

 

Li ser heman mijarê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî spasî û pêzanînên xwe li hember wê helwesta hikûmeta Herêma Flanders a Belcîkayê anî ziman û ragihand, ku “Herêma Flandersê bi awayekê berdewam piştgiriya Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û mirovî ve kiriye.”

 

Dilawer Ajgeyî diyar kir, ku Herêma Flandersê herwiha hejmarek pêşmergeyên birîndar li navxweşxaneyên xwe çareser kirine.

 

Herêma Flanders yek ji du herêmên Belcîkayê ye û ji aliyî siyasî û aborî ve pêgeheke giring heye di çarçoveya welatê Belcîkayê de. Dahata salane ya Flandersê 180 milyar Euro ye û herêmeke pêşkevtî ye.

 

Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
317 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| Duh vî demî 11:52 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
0.141 seconds