Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Erdogan û Putin biryara Trump gotûbêj kirin

Ji aliyê RÛDAW 7-12-2017
Erdogan û Putin (Wêne: AA)
Erdogan û Putin (Wêne: AA)

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê, li ser biryara Amerîkayê ya nasîna Urşelîmê (Quds) weke paytexta Îsraîlê gotûbêj kirin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di gotûbêjê bal kişandiye ser wê yekê ku biryara Îsraîlê ya sala 1980ê ya li ser girêdana Qudsê bi axa xwe ve, ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatiye redkirin.

 

Erdogan tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêngava herî dawî ya rêveberiya Amerîkayê dê bandoreke neyênî bike ser aştî û aramiya li herêmê.

 

Hat ragihandin, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî aşkere kiriye ku di heman ramanê de ye û diyar kiriye ku di asta Encumena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî de dê li ser van mijaran bisekine.

 

Herwiha di gotûbêjê de serokên herdû welatan li ser mijarên dualî û navdewletî, ji bo parvekirina ramanên xwe, ji nêz ve danûstandinên xwe bidomînin.

 

Berdevkê Ragihandinê yê Serokê Rûsyayê Dmitri Peskov diyar kiribû, ku Putin dê vê êvarê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî deyne û herdû alî li ser rewşa Rojhilata Navîn a piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump gotûbêj bikin.

 

Herwiha Peskov aşkere kiribû, ku biryara Amerîkayê rewşa Rojhilata Navîn dê aloztir bike.

 

(Î.A)

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
210 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| Duh vî demî 11:52 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
0.14 seconds