Rûdaw – AFP
Towera navdar a Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi Trump Tower tê naskirin, li bajarê New Yorkê agir pê ket.
Tîmên agirvemirandin û hawarçûnê yên bajarê New Yorkê piştî bûyerê xwe gihandin vê avahiya bilind. Tîma Agirvemirandinê ya New Yorkê ragihand, îro Duşemî di demjimêr 07:00ê ser sibê bi dema Waşingtonê ew ji bûyereke agirpêketinê li towera 85 qatî ya Trump hatine agahdarkirin.
Li gorî gotina berpirsên agirvemirandinê yên New Yorkê, agir li qatên serî yên towerê peyda bûye. Di encama bûyerê de ji bilî zirarên darayî, 2 kes jî birîndar bûne, ku hatiye ragihandin birîna yek ji wan kesan giran e.
Heta niha sedema agirpêketina bi towera Trump nehatiye zanîn. Tîmên berevaniya şaristanî ya New Yorkê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.