Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Nadiya Murad: Şingal hêj negihiştiye wê astê ku xelk vegere

Ji aliyê RÛDAW 9-10-2018
Nadiya Murad dê ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence hevdîtinekê bike

Washington (Rûdaw) – Çalakvana keça Kurda Êzidî û rizgarbûya ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê Nadiya Murad ragihand ku hêj Şingal negihiştiye wê hedê ku xelk vegerê û ew xelk venagere û Kurdên Êzidî tûşî zerarek mezin bûne.


Nadiya Murad îro Duşemê (08.10.2018) li Waşintonê beşdarî merasîma wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê bû û li vir daxuyanî da Rûdawê û ragihand ku rewşa Şingalê ew qasî naş nebûye xelkê herêmê vegerin ser mal û cihên xwe.


Xelata Nobel a Aştiyê Nadiya Murad wiha got: “Hêj Şingal negihiştiye wê hedê ku xelk vegerê û ew xelk venagere. 350 hezar êzidî di kampan de ye. Jiyaneke 4 salan di kampan da bi zehmet e. Bêhtirî 65 hezar Êzidî vegeriyan Şingal, rewşeke gelekî zehmet e, û bê îlaç, bê xwarin man.”


Di berdewamiya axaftina xwe de Murad got jî: “Eger tiştekî mezin li Şingalê hatibûya kirin, çima xelkê me venegere. Em dizanin 45 gorên komî li wir in. Nehatine hilgirtin. Bi taybet aliyê bakurê Şingalê DAIŞ bi temamî kavil kiribû. Xelkê Êzidî bi hemû tiştên xwe li Şingalê xesîr in. Bi salan xebitîn, ku mal ji xwe re avakirin, heta paşeroja zarokên xwe çêkirin. Ew hemû di rojekê de çûn. Eger azadî û milkê wan tune be. Ew xelkê vegerin dê çi bikin.


Çalakvana Kurda Êzidî civaka navdewletî rexne kir û got: “Saziyên Navdewletî çima ji bo Şingalê pereyan serf nakin, ji bo hemû ayîneyên wek Xristiyanan re kir, bo çi ji bo êzidiyan nekir. Ji aliyê gelek civakên dewletan ve pere çûn wê derê lê negihîşt Şingalê. Ji ber ku Şingal ne herêmeke amîl bû.


Murad da zanîn ku ew dê ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence hevdîtinekê bike û wiha pê de çû: “Ez dê ji Mike Pence bipirsim ka ji bo paşêroja Şingalê çi bikin. Xelk dixwazin li wir bimînin û naxwazin bibin koçber. Eger azadî pêk were xelk dixwaze vegere. Ti kes naxwaze cihê bav û kavelên xwe biterikînin. Heta tiştek cidî neyê kirin bi zorê be hê xel venagere wê derê.


Nadiya Murad ku di heman demê de Balyoza Niyetpakî ya Netewên Yekbûyî (NY) behsa wê yekê kir ku heta niha çarenivîsa ji hejmareke zêde Kurdên Êzidî nediyar e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.391 seconds