Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Koreya Bakur hevdîtina bi Amerîkayê re bikira hilweşand

Ji aliyê RÛDAW 8-11-2018
Biryar bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê  û Cîgirê Serokê Komîteya Navend a Koreya Bakur K îro li New Yorkê biciviyana (Wêne: Arşîv)
Biryar bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Cîgirê Serokê Komîteya Navend a Koreya Bakur K îro li New Yorkê biciviyana (Wêne: Arşîv)

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku Koreya Bakur hevdîtina ku dê vê hefteyê di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û rayedarekî payebilind ê Koreya Bakur de bihata kirin, betal kir.

 

Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Kang Kyung-wha daxuyand, rêvebiriya Pyongyangê ji Washingtonê re agahî şand ku wan hevdîtina ku tê da civîna duyemîn a Serokê Amerîkayê Donald Trump û Pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un bihata lidarxistin û li ser safîkirina çekên nukleerê ya Koreya Bakur bisekiniyana, betal kir. 


Kang li ser sedema betalkirina hevdîtina ku li gor planê wê li New Yorkê bihata kirin, tiştek negot. 


Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li Qesra Spî daxuyanî da rojanemgeran û got ku mirov dikare hevdîtina ku wê di navbera Pompeo û Alîkarê Serokê Komîteya Navend a Koreya Bakur Kim Yong Chol de bihata kirin, cardin dirist bike û bileziya Amerîkayê nîne.


Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Robert Palladino ragihand ku ji ber demê hevdîtin hat betalkirin.


Li gor planê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Alîkarê Serokê Komîteya Navend a Koreya Bakur Kim Yong Chol dê îro li New Yorkê biciviyana.


Trump û Kim di 12ê hezîranê da li Sîngapurê civiyabûn, piştî civînê herdu serokan li hev kiribû ku Koreya Bakur ji çekên nukleerê safî bibe.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.61 seconds