Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Serokê Fransayê piştgirî da Nêçîrvan Barzanî

Ji aliyê Rûdaw 9-11-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominic Mas civiyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominic Mas civiyan.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û têde tekezî li ser piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Îro Pênşemî 9ê Mijdara 2017ê nameyek ji Serokê Fransayê gihîşt Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominique Mas serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye û nameyeke Serokê Fransa Emmanuel Macron gihandiye wî.

 

Di vê nameyê de “Serok Macron pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dide û rola cenabê wî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina iraqa nû de bi dîrokî bi nav dike û dinirxîne, herwiha tekezî li ser rêz û pêzanînên xwe bo rola taybetî ya Serok Barzanî di têkoşîna li dijî DAIŞê de dike, ku di bin fermandeyiya cenabê wî de pêşmerge beşdariyeke yekalîkir hebû.”

 

Li gorî daxuyaniyê, “Serok Macron di beşeke nameya xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku ew şerê ku wan bi hev re li dijî terorê encam da, bûye sedema xurtkirina wê dostatiya kûr û dêrîn a ku Fransa û gelê Kurdistanê bi hev re girê dide û dibêje: Welatê me herdem hewl daye di çarçoveya Destûra Iraqê de îtiraf bi tevahiya mafên gelê Kurd were kirin.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje: “Serok Macron herwiha nivîsandiye; Ji bo bihêzkirina pêwendiyên me û bo garantiya îstiqrara Herêma Kurdistanê, ez hêvîdarim ku em bi şêweyeke xurt li ser karkirina li gel hikûmeta we berdewam bin, çimku ew îstiqrar ji bo Iraqê û Rojhilata Navîn faktorekî giring e.”

 

Herwiha di vê nameya xwe de Serok Macron destxweşiyê li wan gotûbêjên meydanî yên çend rojên bihorî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên Iraqa Federal de dike ku bûye sedema rêgirîkirin ji aloziyên siyasî.

 

Macron berdewamiya gotûbêjan jî ji aliyê siyasî ve bi pêwîst dizane, daku çareseriyekê bo hemû pirsgirêkan were dîtin û dibêje: “Di pêwendiyeke telefonî de roja 28ê Cotmehê min ew yek gotiye birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî, ku destpêkirina diyalogê bi piştgiriya Netewên Yekbûyî tekane rêya çareseriyê ye bo gihîştina bi aştiyeke herdemî li Iraqê û bi tevahiya iraqiyan.”

 

Di hevdîtina li gel Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê de, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Macron û gel û hikûmeta Fransayê kir, ku di hemû qonaxan de piştgirî li xwastekên gelê Kurdistanê kirine, bi taybet jî di qonaxa şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, ku Fransa gelek piştgirî li Pêşmerge kir.”

 

Serokwezîr Barzanî herwiha tekezî li ser “amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjên li gel hikûmeta Iraqê li ser bingeha Destûrê” kir û hêvî kir, ku “civaka navdewletî, bi taybetî Netewên Yekbûyî roleke zêdetir bo handana diyalogeke sazîner di çarçoveya Destûra Iraqê de û ji bo misogerkirina aramî û îstiqrar û çareserkirina hemû pirsgirêkan bibîne.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 12 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.609 seconds