Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Dizeyî: Hikûmeta Kurdistanê ji berê bihêztir e

Ji aliyê Ala Şalî 10-7-2018
Amsterdam

Amsterdam (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku hinek alî di wê baweriyê de bûne ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhêz bûye û got: “Îro hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî û dîplomasî de ji berê bihêztir e.”

 

Sefîn Dizeyî li Amsterdamê ji Rûdawê re axivî û behsa naveroka serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê û herwiha giringiya serdan Holandayê kir.

 

Dizeyî bersiv da îdîayên hin aliyan ên derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiye û diyar kir, ku Barzanî li ser vexwendineke fermî serdana Tirkiyê kir, weke hemû berpirsên welatên din hate pêşwazîkirin û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bûye.

 

Sefîn Dizeyî got: “Mixabin hinek alî û medya hewldidin van serdanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo derveyî welat, sivik bikin. Neyarên Kurdan tiştekî wiha bikin em fêm dikin lê ji bo me cîhê dilgiraniyê ye ku hinek Kurd vê yekê dikin. Diyare hinek armancên wan ên din jî hene. Qonsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê roja 6ê Tîrmehê ev vexwendiname ji me re şand. Di rêûresman de navê birêz Serokwezîr li pêşiya serokên hinek welatan jî hate xwendin.”

 

Dizeyî ragihand: “Bi nêrîna me piştî wê pêvajoyê ku dorpêç xistibûne ser Kurdistanê ev serdan pir giring in. Herwiha ji bo peywendiyên li gel Tirkiyê rûpeleke nû ye. Serokwezîr di vê hevdîtinê de li gel çend berpirsên Tirkiyê jî hevdîtin pêk anî.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku niha Herêma Kurdistanê careke din pêgeha xwe ya bi hêz a siyasî vedigerîne û rojane şandên welatan û heta yên Iraqê jî ji bo hevdîtina tên Hewlêrê û wiha berdewam kir:

 

“Hinek aliyan wesa didîtin ku dê Fatihe li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê were xwendin û bi zindî were çalkirin lê wesa nebû, îro hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî û dîplomasî de ji berê bihêztir e.

 

Sefîn Dizeyî da zanîn, duh berpirsên Belçîkayê û herwiha Yekîtiya Ewropayê Serokwezîr Barzanî vexwendine û divêya duh li gel wan hevdîtin bikira lê ji ber serdana Enqereyê ev hevdîtin hatine paşxistin.

 

Derbarê serdana Holandayê de Sefîn Dizeyî got: “Peywendiyên Kurdistan û Holandayê ji serdema Şoreşa Îlonê ve hene. Wê demê bi riya rêxistinan alîkariyên mirovî dişandin û herwiha yekemîn welat bûn ku deriyên xwe ji koçberên Kurd re vekirin. Birastî jî peywendiyên wan ên dostane hebûne li gel Kurdistanê û di sala 1991ê jî ji bo parastina Kurdistanê leşker şandin. Paşî di şerê rizgarkirina Iraqê û şerê DAIŞê de hevkariya Pêşmerge kirin.”

 

Dizeyî diyar kir, ku ew dixwazin peywendiyên Kurdistanê yên li gel Holandayê pêşdetir biçin û derbarê naveroka hevdîtinê jî got: “Di hevdîtinê de herdu serokwezîr dê mijara koçberan, şerê li dijî DAIŞê û terorîzmê, aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, hemahengiya li ser ewlekariyê û hin mijarên din jî guftûgo bikin.”

 

Sefîn Dizeyî anî ziman ku dê dema pêş de serdana Serokwezîr Barzanî ya ji bo Brîtanyayê jî pêkwere. 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.234 seconds