Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî serdana Tirkiyê dike

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Miroslav Lajcak.
Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Miroslav Lajcak.

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin, ku 72emîn Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Miroslav Lajcak serdana Tirkiyê dike.

 

Berdevkê Serokatiya Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Brenden Varma di civîneke çapemeniyê de da xuyakirin, ku Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Miroslav Lajcak dê roja Duşembiyê (13.8.2018) serdana xwe bo Tirkiyê pêk bîne.

 

 Brenden Varma herwiha diyar kiriye, ku Miroslav Lajcak bi armanca beşdarbîna di dehemîn konferansa balyozan de ku dê li Tirkiyê birêve biçe, serdana wî welatî dike.

 

Varma herwiha da zanîn, ku Serokê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê di wê konfransê de gotarekê pêşkêş bike û beşdarî xwarineke nîvro bibe ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve tê dayîn û piştre jî dê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| 15-1-2019 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)
mustafa | 2019-01-15 5:49:05 PM
ji bo neyên Kushtin, deste serkirin û dezgirkirin....ya rast ji ev e ku roja dawîn werin eshkerekirin.
HDP çima namzedên xwe eşkere nake?
| 4-1-2019 | (1)
Ali As | 2019-01-15 9:18:55 AM
Kurdnino naha hûn dibînin kû Ola Îslamê dijminê we je jî, hûn Kurd wek Misilmanan nayên dîtin Dev jê berdin!!!!
El-Colanî: Tehrîr El-Şam nabe rêgir li berdem operasyona Tirkiyê
| 15-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.547 seconds